Hevşaredar Bakirhan sewqî edliyê kirin

SÊRT - Hevşaredarê Sêrtê Tuncay Bakirhan ku serê sibê li mala xwe hat binçavkirin sewqî dadgehê hat kirin.

Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ku serê sibê piştî polîsan bi ser şaredariyê û mala wî de girt û ew ji malê binçavkirin, sewqî dadgehê hat kirin. Dema polîsan Bakirhan sewqî dadgehê kir, dora avahiya edliyê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Gel li ber avahiya edliyê kom bû û bertekên xwe anîn ziman.

Li aliyê din lêgerina polisan a li avahiya Şaredariya Sêrtê bi dawî bû. Li gelek nokteyên bajarê rawestîna polîsan a bi maşîneyên zirxî didome.