Li Egeyê 64 kes hatin binçavkirin, 13 kes jî hatin girtin

ÎZMÎR - Piştî teqînên bombeyî yên li Qeyserî û Stenbolê, li Herêma Egeyê di operasyonên li dijî HDP'ê de 64 kes hatin binçavkirin, 13 kes jî hatin girtin. Li muduriyeta polîsan jî, karên îfadedayîna 51 kesî jî didome.

Piştî teqînên bombeyî yên li Stenbol û Qeyseriyê, li tevahiya Tirkiyeyê operasyonên binçavkirin û girtinan ên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Li gor daneyên Wezareta Karên hudurîn hat diyarkirin ku, di bin navê "PKK/KCK"ê de, di hefeteya dawî de li 45 bajaran 213 operasyon hatine lidarxisin û di van operasyonan de 924 kes hatine binçavkirin.

Li Herêma Egeyê jî, ji 12'ê kanûnê û vir ve 64 kes hatin binçavkirin û 13 kes hatin girtin. Li muduriyeta polîsan karên îfadedayîna 51 kesî jî didome û di van operasyonan de tişta balê dikêşe ew e ku, piranî ji ber parvekirinên civaka medyayî hatine binçavkirin.

LI ÎZMÎRÊ 25 KES HATIN BINÇAVKIRIN, 10 KES HATIN GIRTIN

Li Îzmîrê, di 12'ê kanûnê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de 11 kes bi hinceta "Paropagandaya rêxistinê", "Sempatiya li hemberî faaliyetên rêxistinê", "Di malperên civaka medyayî de, parvekirinên ku pesnê faaliyetên rêxistinê didin" bi ser malên wan de hat girtin û hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, 8 jê 5 rojan li muduriyeta polîsan hatin ragirtin û paşê bi heman hincetan hatin girtin. Li gel vê, kesê bi navê Halîs D. yê polîsan ew di 16'ê kanûna de binçavkir û îdiakirin ku "Berpirsiyarê Herêma Egeyê yê PKK'ê ye" jî hat girtin.

Li Konakê jî, Xwendevanê Kovara Kaldiraçê Alî Fûat eroglû yê li ser gumanbariyê hat girtin, bi hinceta di çenteyê wî de afîşên Kovara Kaldiraçê hene û li ser van afîşan wêneyên Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Mahîr Çayan hene, bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hat girtin.

Li navçeya Torbaliyê jî, di operasyonên bi heman hincetan hatin li darxistin de 8 kes harin binçavkirin û piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hatin berdan.

Li navçeya Bayindirê jî, ji ber parvekirinên civaka medyayî, bi hinceta "Propagandaya PKK/KCK'ê kirine" 5 kes hatin binçavkirin û ew şandin fermandariya cendirmeyan.

LI BALIKESÎRÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di 13 kanûnê de li navenda Balikesîrê û navçeyên wê Ayvalik, Bûrhaniye, Bandirma û Edremîtê operasyon hatin lidraxistin. DI van operasyinan de Hevserokên HDP'a Bajêr Cafer Saritepe û Gulderen Kasap, Hveserokên HDP'a Ayvalikê Pmer Varîl û Tellî Işik, Hevserokên HDP'a Bandirmayê Alî BOra û Nesîbe Yoyler, Hevserokê HDP'a Bûrhaniyeyê Zeynel Altan û Hevseroka HDP'a Edremîtê Selînay Polat hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, akrên wan î li muduriyeta polîsan didome.

LI MANÎSAYÊ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN Û BI SER AVAHIYÊN NAVÇE Û BAJÊR DE HATIN GIRTIN

Li Manîsayê li gel, gelek operasyonên li navçeyan li dijî endam û rêveberên HDP'ê, bi ser avahiyên HDP'a Bajêr û yên navçeyên Salihlî û Sarûhanliyê de hatin girtin. Di çarçoveya operasyonan de, di 12'ê kanûnê de Hevserokên HDP'a Bajêr jî di nav de, 5 kes hatin binçavkirin. Duh jî hevserokên navçeyên Şehzadeler, alaşehîr, Akhîsar, Golmarmara û Sarigolê jî di nav de, 8 kes bi hinceta "Endamtî û propagandaya rêxistinê" hatin binavkirin. Hat zanîn ku, li muduriyeta polîsan karên îfadedayîna kesên hatine binçavkirin didome.

LI MÛGLAYÊ 3 KES HATIN GIRTIN

Li Mûglayê, di operayonên navenda bajêr, navçeyên Ûla, Menteşe û Mîlasê yên di 14'ê kanûnê de hatin lidarxistin de, Hevserokê HDP'a Mîlasê Kamûran dogan û xwendekarên zanîngehê jî di nav de, 7 kes bi hinceta parvekirinên civaka medyayî hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 3 jê bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatin girtin.

LI AYDINÊ 11 KES JI BER PARVEKIRINÊN CIVAKA MEDYAYÎ HATIN BINÇAVKIRIN

Li Aydinê di 16'ê kanûnê bi awayekî hemwext gelek operasyon pêk hatin. Di van operasyonan de Hevseroka HDP'a Aydinê Pinar Akpinar û rêvebrên HDP'a bajêr jî di nav de, 11 kes hatin binçavkirin. Hta zanîn ku ji ber parvekirinên xwe yî medyay civakî hatine binçavkirin û li murudiriyeta polîsan karên îfadedayîna 11 kesan didome.

AVHIYÊN HDP'Ê HATIN TALANKRIN

Li Îzmîr, Balikesîr û Manîsayê komên nîjadperest êrîşên li Qeyserî û Stenbolê kirin bahane û êrîşî avahiyên HDP'ê yên bajêr û navçeyan kirin. Li Îzmîrê li dijî vahiyên HDP'ê yên navçeyên Bornova, Bûca, Menderesê êrîşên bi kevir û daran pêk hatin û her wiha avahiya Bayrakliyê jî hat gulebarankirin.

Di êrîşa nîjadperest a li dijî navçeya Akhîsarê de jî, camên avahiyê hatin şikandin. Dîsa komeke nîjadperset êrîşî avahiya HDP'a Balikesîrê kir. Koma ku li ber vahiyê kom bû, bi berzkirina dirûşmeyan bi keviran êrîşî avahiyê kirin û kesekî jî bi tivingê êrîşî avahiyê kir. Di van êrîşan de, di warê maddî de avahî rastî xesarekê hat û her wiha di van êrîşan de heta niha der barê tu êrîşkarî de lêpirsîn nehatine destpêkirin û tu kes nehatiye binçavkirin.