EDENE - Li Edeneyê welatayiyan li Bulvara Adnan Kahvecî ya tim qezayên trafîkê lê diqewimin, xwest derbasgeheke jêr an jî jor bê çêkirin.
Li Çûkûrovaya Edeneyê, li Bulvara Adnan Kahvecî ya li Taxa Beyazevlerê ye tim qezayên trafîkê pêk tên û ji ber van qezayan welatî hew îdare dikin. Ji ber rêya diçe Zanîngeha Çûkûrovayê, di ser vê bulvarê re derbas dibe û ji ber ne jêr û ne jêr derbasgehek tune ye, ev jî dibe sedema qezayên tarfîkê. Welatiyan diyar kir ku, ji bo welatî derbasî wî aliyî bibin, hema bêje mirinê digirin ber çavan û derbas dibin û ji bo tevdîrê û astengkirina qezayan, daxwaza çêkirina derbasgehêkê dikin.
'AJOKAR PIR BI LEZAYÎ DAJON'
Esnafê bi navê Fehmî Çeran anî ziman ku, ev bulvareke ku trafîka wê zaf zêde ye û got, ev nêzî 30 salî ye ew li vê taxê ye û piraniya qezayan jî, ji ber şaşî û xeletiyên ajokaran pêk tê. Çaran wiha axivî: "Rêya peyayan dûrî rawestgeha ye. Divê nêz bin, rawestgeh li hemberî hev bin. Lê li vir ne wisa ye. Li vir wesayît wek fuzeyan diçin. Dema li yekî diqelibin jî, dibêjin 'peya neheq e.' Divê li vir derbasgeheke jorîn bê çêkirin. Wê demê dibe ku qeza bên astengkirin."
Xwendekarê bi navê Kadîr Toprak jî ji bo qeza neqewimin xwest, rayedar tevdîran bigirin.
'WESAYÎT LINGÊ MIN ECIQAND'
"Leyla Çatlak a ku got, "Çend roj berê wesayît lingê min eciqand û bêyî bisekine çû" xwest, li ser bulvarê jêr an jor derbasgehek bê çêkirin.
Welatiyê bi navê Yaşar Baykişi anî ziman ku, ajokar zaf bi lezayî dajon û wiha got: "Li vir, ji bo qeza neqewimin, em dixwazin derbasgehek bê çêkirin."