ÊLIH - Li Taxa Koçeran a Êlihê, Hanîfe Yildiz got, ew bi sala ye nanê tenûrê çêdike û nanê ew çêdikin, li gor yê li firinan tê çêkirin heme erznatir û hem jî paktir e.
Li Êlihê, hema hema li her taxê mirov rastî tenrûan tê. Tenûr û nanê tenûrê yên ku perçeyek jiyana koçera ne, ji aliyê koçerên li bajaran bi cih bûne ev çand tê domandin. Koçerên her çiqas di salên 90'î de ji bi zorê ji zozanên xwe bûn, li ehr devera ku lê bi cih dibin, çanda xwe jî li wir didomînin. Hanîfe Yilmaz (55) a bi sala ye nanê tenûrê çêdike wiha got: "Em li ebr destê dayika xwe hîn bûn. Em ê jîw isa bidomînin û fêrî zarokên xwe jî bikin. Nanê tenûrê ji yê li firinan tê çêkirin xweştir e û li nêvengeke paqijtir tê çêkirin. Nanû tenûrê perçeyeke jiyana me ye."
‘BI QASÎ TÊRA ME BIKE EM GENIM STOK DIKIN'
Yildiz a li Taxa Koçeran rûdinê, wiha behsa çêkirina nanê tenûrê kir: "Ji havînê heta havînê, bi qasî têra me bike em genim hiltînin. Em genimê xwe dibin aş û dihêrin, dikin arvan. Em arvanê xwe li moxilê dixin û avê tevlî wî dikin. Em hinekî maya û hinekî jî xwê tevlî dikin. Bi qasî saetekê em distrînin. Çiqas zêde bêstrandin, wê nan ewqas xweştir be. Piştî strandin diqede, em ser hevîr digirin û nêzî saetekê radiwestînin. Di vê demê de hevîrê me çêdibe. Dawiyê em hevîrê xwe dikin girêk. Paşê jî li tenûrê dixin."
‘NANÊ TENÛRÊ TEZE DIMÎNE'
Yildiz tîne ziman ku, nanê tenûrê yên ew çêdikin û yên firnê nabin wek hev û wiha domand: "Nanê em çêdikin, hem teze ye, hem jî zaf ji yê li firinan tê çêkirin xweştir e. Her tenûra em lêdixin bi qasî 20 rojî têra me dike. Ji ber em nanan dixin cihê cemedê yê sarincê, qet kevn nabe. Dema em ji sarincê derdixin û wî gem dikin, wek nû hatibe çêkirin. Lê nanê firinê ne wisa ye."
‘EM LI BER DESTÊ DAYIKA XWE HÎN BÛN, WÊ ZAROKÊN ME JÎ WISA HÎN BIBIN'
Yildiz ragihand ku ew bi salane nanê tenûrê çêdikin û wiha axivî: "Em li ber destê dayika xwe hîn bûn, wê zarokê me jî li ber destê me hîn bibin û bidomînin. Dema em genim wisa dibin û dihêrin, ji me re erznatir tê. Hem nanê em çêdikin jî li gor yên firinan paqijtir in. Her çiqas em tam nizanibin nanê li firinan li nêvengeke çawa tê çêkirin jî, lê em hinekî texmîn dikin."