DERSIM - Li Xozatê, malbata Kahraman a ev 5 nifş e hostetiya baxlemeyê didomîne. Nûnerê dawî yê vê sinhetê Hidir Kahraman diyar kir ku, niha kesek tune ku ew vê pîşeyê dewrî wan bike.
Li Xozata Dersimê, malbata Kahraman bi sala ye bi necariya xwe, hostetiya xwe yî baxlemeyê û hunermendiya xwe tên nasîn. Piştî wefata Zeynel Kahramanê bi dengê xwe navdar bû, kurê wî Hidir Kahraman pîşeya bavê xwe dewr digire û niha di warê çêkirina baxlemeyê de, nifşê herî dawî yê malbata Kahramanê ye. Malbata Kahraman, ya bav û kalê wan sinheta necariyê ji sinhetkarên ermenî yên herêmê hîn bûn û ev qirn û nîveke vê hostetiyê didomînin, li herêmê ew malbate ku, herî zêde tê nasîn. Nûrî Kahraman li herêmê bi çêkirina tîr, mase, kursî, kevçî, çetelên textî û hwd., nav û dengê xwe belav kiribû. Her wiha piştî wî, nifşê din jî li gel necariya xwe bi çêkirina baxlemeyê tê nasîn, ku ji vî nifşî jî yê herî navdar Zeynel Kahraman bû, li gel çêkirina baxlemeyan bi dengê xwe jî navdar bû. Piştî wî niha kurê wî Hidir Kahraman, nifşê herî dawî yê vê sinhetê ye.
JI BAVÊ XWE HÎN BÛ
Hidir Kahraman ê baxlemeyan çêdike, sinheta xwe yî li ber jibîrkirinê ye li odeyeka mala xwe ya ku wek atolyeyê veguherandiye didomîne. Kahraman ê ku got, wî ev sinhet ji bavê xwe hîn bûye anî ziman ku, ew bi çêkirina baxlemeyan re bilî dibe. Kahraman dibêje, ew curayên sê têlî û baxlemeyan bi textetraşan çêdike û got, wî hostetiya înşaatê dikir, di demên mayî de jî bi vî karî re bilî dibû. Kahraman diyar dike ku, niha bi temamî vî karî dike û tîne ziman ku, berê bav û kalên wî, xalên wî baxleme, kursî, mase çêdikir û li dawetan baxleme lêdixistin û got, wî ev sinhet ji wan dewr girtiye.
BAXLEMEYA HERÎ XWEŞIK JI DARA ÇEKEMÊ YE
Kahraman got, li herêma wan berê raxbeteke zêde ji bo cûraya 3 têlî hebû û diyar kir ku,, baxlemeyên normal paşê derketine. Kahraman anî ziman ku, baxlemeyên herî xweşik ji darên çekemê û paşê jî ji darên tuyan çêdibin û wiha got: "Ji ber dengê herî xwe ji çekemê dertê, em bêtir wan diecibînin. Paşê ji dara tuyê. Em qurman tînin. Bi çakûc û tefşoyan kort dikin. Paşê em rast dikin û cîla dikin. Ev karekî hesas û kedek zêde jê re tê xwestin. Yanî zempereya wê, cîlaya wê, welhasil karekî zehmet e."
‘WÊ PIŞTÎ ME KES ÇÊNEKE'
Kahraman diyar kir ku, niha di merheleya çêkirinê de her cure baxleme di dest wî de hene û got çêkirina cûrayên 3 têlî, 5 têlî, 7 têlî didomîne. Kahraman dest nîşan kir ku, baxlemeya herî xweşik yên tên qewartinin û got, dengê vana ji yên li fabrîqeyan tên çêkirin xweştir in. Kahraman ragihand ku, buhayê baxlemeyan ji 100 lşreyî heta hezar lîreyî diguherin û wiha domand: "Li piyaseyê pir ji vana tune ne. Kes vana çênake. Ev hemû bi keda destan hatine çêkirin. Wê piştî me kes vî akrî neke. Lê xwezî bikiranan. "