AMED - Piştî girtina MEYADER'ê cenazeyên ku tên morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, polîs li wir gefan li gel dixwin û dibêjin “Heke MEYADER an jî komeleyên din ji bo wergirtina cenazeyan bên, em ê cenazeyan nedin. ”. Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe jî diyar kir ku, dema polîs gef li malbatan xwar, divê malbata bertekên xwe nîşan bidin.
Malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin diçin bajaran û cenazeyan teşhîs dikin. Malbat, ji bo testa DNA'yê serî li gelek Saziyên Tipa Edlî didin. Malbatên ku bi meha ye mînaka xwînê dane û hîn jî cenazeyên zarokên xwe negirtine, cenazeyên zarokên wan ji aliyê hêzên dewletê ve li gorîstanên bêkesan hatine definkirin. MEYADER’a ku di çarçoveya OHAL’ê de hat girtin, ji bo hatina cenazeyan alîkariya malbatan dikir, lê piştî girtinê jî, komele xebatên xwe dimeşîne. Li Amedê dema cenazeyên tên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, malbat û MEYADER ji bo teşhîskirina wan diçin nexweşxaneyê. Dema malbat diçin nexweşxaneyê polîs gefan li malbatan dixwin û ji wna re dibêjin :“Heke MEYADER an jî komeleyên din ji bo wergirtina cenazeyan bên, em ê cenazeyan nedin. Dema em cenazeyên we jî bidin, divê kes bi were ne û dirûşme neyên berzkirin."
Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe tekîldarî mijara polîsên ku li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê gefan li malbatan dixwin axivî û diyar kir ku, ev tişt naye qebûlkirin û got, bila gel bertek û nerazîbûna xwe nîşan bidin.
‘POLÎSAN KARÊ ME ASTENG DİKE’
Pençe diyar kir ku, ev 40 sale li bajarê Kurdîstanê de şer heye û wiha got: “Gelên Kurd ji bo hebûn û zimanê xwe tekoşîna xwe didomîne. Berê heta niha kîjan hikûmet hatiye ji gelê kurd re dibêjin yek ziman, al û welat. Em vî tiştî qebûl nakin. Niha li Tirkiyeyê şer heye. Di vî şerî de bi sedan kes jiyana xwe ji dest da. Bi sedan cenazeyên gelên kurd niha li nexweşxaneyan ne yan jî li gorîstanên bêkesan hatine definkirin. Bi KHK'ê re, li13 bajarî komalayên me hatin girtin. Em dîsa xebatên xwe dimêşinin. Dema cenaze tê em diçin nexweşxaneyê, polîsan nahêlin em karê xwe bikin.”
‘POLİS GEFAN LI MALBATAN DIXWIN’
Pençe anî ziman ku, dema polîs wan li nexweşxaneyê dîbîne û ji malbatan re dibêje bila tu komele neyê ber nexweşxaneyê û ev tişt gotin: “ Ev gotin nayê qebûl kirin. Em ji bo malbatên xwe li wir in. Polîs we hincet komalayan nîşan dide û ji ber vê cenazeyan nadin malbatan. Dema encamê DNA'yan eşkere bibe, polîs mecbûr e cenazeyan radestî malbatan bike. Bi vî awayî malbatan mexdur dikin. Niha qeyûm wesayîtên cenazeyan jî andin malbatan. Bi vê re jî, polîs gefan li malbatan dixwin. Dozger jî nîne, mirov bibêje polîs gefan li malbatan dixwin. Polîs ji malbatan re dibêjin, dema em cenazeyên we jî bidin, divê kes bi were ne û dirûşme neyên berzkirin."
‘BILA MALBAT BERTEK NÎŞAN BIDIN'
Pençe dest nîşan kir ku, ew vî karê ji bo şehîdên xwe û malbatên xwe dikin û ev tişt gotin: “Ew kîn ji bo çî ye. Bila êdî şer bi dawî be. Bila kes nemire. Bila aştî çêbibe û tu kes nemire, em jî neçin ber nexweşxaneyan. Em jî naxwazin tu ciwanên me bimirin û em jî wan morgê derxin. Me bi guhê xwe bihîst polîs gefa li gel dixwe. Li dijî van gefan, divê gel bertekên xwe nîşan bidin."