Ji 250 kesên hatin binçavkirin pirsa 'PKK rêxistina terorê ye ya na?'

RIHA - Li Rihayê 250 kesên di 12'ê kanûnê de hatibûn binçavkirin lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan hêj didome. Revberê Şaxa ÎHD'a Rihayê Prz. Mîkaîl Yavuz diyar kir ku di bin çavan de 30-40 pirs tên pirsîn. Pirsên wekî 'PKK rêxistinek terorê ye yan ne? Hun jê hezdikin an ne ? KCK çiye?" ji hemû kesan tê pirkîn.

dİ 12'ê Kanûnê de li 26 bajaran li dijî endam û rêveberên HDP'ê operasyonên hemwext pêk hatin. Heri zêde li Rihayê endam û rêveberên HDP'ê û DBP'ê hatin binçavkirin. Di operasyonê de 250 kes li Rihayê hatin binçavkirin. Lêpirsîna 250 kesan hêji didome. Têkildarî lêpirsina di bin çavan de Rêveberê Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê Prz. Mîkaîl Yavuz diyar kir ku ji hemû kesan heman pirs tên kirin û pirsên balkêş in.

DI NAVA SERMAYÊ DE TÊN GIRTIN

Prz. Yavuz diyar kir ku li gor agahiyên Şaxa TEM'ê daye wan 250 kes hatine binçavkirin û wiha got: "Ji 250 kesan 200 mêr û 50 jî jinin. Mêr li salona girtî ya Sporê ya Lîseya Sabîha Ozlek û jin jî li TEM’ê tên girtin. Cihê wan sar û ne paqij e. Ji ber vê yekê nexweş dikevin. Hemuyan di cihekî de digirin. Bi dirêjkirina wextê binçavkirinê malbat tên îşkecekirin.”

‘BINÇAVKIRINA 250 KESAN FIKARAN ZÊDE DIKE'

Yavuz destnîşan kir ku ji hemû beşên civakê kes hatine binçavkirin û wiha got: "Di nava kesên hatin binçavkirin de parêzer, bijîşk, esnaf, xwendekar û jin hene. Binçavkirina 250 kesan di yek carê de di serê me de pirs çêkir. Ji bo evqas kes bên binçavkirin lêpirsînek mezin pêwîste. Gelo hesabê tiştekî tê xwastin? Gelo biryar ji navendekî tên. Ji ber ku li ser dosyayan biryara veşartinê heye em nikarin xwe bigihînin dosyayan. Lê li gor pirsên ji binçavkiriyan tên kirin tu lêpirsîn tune ne. Qasî 30-40 pirs tên kirin. Hemû jî wek hevin. Pirsên wek ‘PKK rêxistinek terorê ye yan ne? Hûn jê hezdikin an ne? KCK çiye û li Rihayê endamên wê kîne?’ Dixwazin mirovan test bikin."

Yavuz binçavkirinên girseyî yên ji beriya niha mînak da û diyar kir ku wê demê jî ji bo çalakiyên herî demokratîk û zagonî hatin binçavkirin.

BINÇAVKIRINA PARÊZERAN REWŞEK XETERE

Yavuz binçavkirinên parêzeran jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Li Rihayê qasî 12 pîşesazên me hatin binçavkirin. Deriyên buroyên wan hatin şikandin. Ev rewşek giringe. Parêzer dengê mafê mirovanin ev di aliyê hiquqî de rewşek xetere.”