Bi hinceta navnîşana wî ya sabît tune hat girtin

STENBOL - Siyasetmedarê kurd Ranazan Debe ku di 13'ê Kanûnê de hat binçavkirin, bi hinceta navnîşana wî ya sabît tune hat girtin

Siyasetmedarê kurd Ramazan Debe di 13'ê Kanûnê de dema ji Stenbolê dihat Rihayê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin. Debe, piştî 8 rojan, li Şaxa TEM'ê ya Miduriyetea Polîsan a Stenbolê di bin çavan de ma sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi hinceta navnîşana wî ya sabît tune biryara girtinê da. Heyetê idîa kir ku Debe propaganda rêxistinê kiriye û li ser malperên civakî parvekirinên propaganda belav kirine.