XERPÊT - Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xerpêtê hat dîtin. Heyetê doz taloqî 29'ê Adara 2017'an kir.
1'emin rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken ku li dever û demên cuda ji ber axaftinê doz li wan hatibû vekirin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xerpêtê hat dîtin. Der barê Demîrtaş û Baluken de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê ji ber 11'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bersîv nedabû nivîsa wan doz taloq kir. Hat zanîn ku Demîrtaş jî yekem car ji vê rûniştina dozê agahdar bû. Heyeta dadgehê doz taloqî 29'ê Adara 2017'an kir.