TSK: Li Babê 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 33 birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) têkildari operasyona Mertalê Firatê ya li Babê dimeşîne daxuyanî da û diyar kir ku di şerê li diji DAİŞ'ê de 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 33 leşker birîndar bûne.

Operasyona Mertalê Firatê ku 121 rojin ligel Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) didome. Di operasyonê de li gorî daneyên leşkerî ji destpêkê heta niha 21 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Bi dehan leşker jî birîndar bûn. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser hev daxuyanî dan. TSK'ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di şerê li Babê û derdora wê de herî dawî 14 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan û 33 leşker jî birîndar bûn. Leşkerê birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê. Herî dawî TSK'ê di 21'ê Kanûna 2016 saet di 21.00’an de daxuyanî da û diyar kir ku ji aliyê Koma Hêzên Peyvira Taybet ve bi alîkariya êrîşên hewayî û bejayî reya ji Helebê diçe Babê hatiye di destxistin. TSK'ê da zanîn ku berî saetên nîvro 4 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane û piştî nîvro jî di encama 3 êrîşkarên bombeyî de 10 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane û 6 giran 18 leşker birîndar bûne. TSK'ê da zanîn ku di şerê rojekê de bi giştî 14 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dan û 33 leşker jî birîndar bûm. Ji destpêkê heta niha hêjmara leşkerên di şerê Mertalên Firate de jiyana xwe ji dest dan gihişt 35'an.