Kurkçu: Karlov ji ber got 'PKK ne rêxistina terorê ye' hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu der barê kuştina Sefîrê Rusyayê yê Tirkiye Andrey Karlov de agahiyên balkêş belav kir. Kurkçu, kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bibîr xist û diyar kir ku Karlov ji ber got “‘PKK ne rêxistina terorê ye" hat kuştin.

Di 19'ê Kanûnê de polîsê Hêzên Çevîk ê Midûriyeta Enqereyê Mevlud Mert Altintaş, li salona Pêşengeha Wêneyan a Navenda Hunerê Sefîrê Rusyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kuşt. Niqayên der barê kuştinê de berdewam dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu der barê kuştina Sefîrê Rusyayê yê Tirkiye Andrey Karlov de agahiyên balkêş belav kir. Kurkçu, di hesabê twîtterê de kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bibîr xist û diyar kir ku Karlov ji ber got “‘PKK ne rêxistina terorê ye" hat kuştin. Kurkçu, wiha got: “Demekê li Enqereyê ... ji ber ku got ‘PKK ne rêxistina terorê ye" hat kuştin. Gelo hemû kesên ku medya AKP'ê dike hedef dê bên gulebarankirin? Vê parvekirina der barê kuştina Sefîr Andrey Karlov de kuştina Tahîr Elçî ya di cotmeha 2015'an de der barê PKK’ê de axivîbû anî aqilan. Karlov ji Ajansa Nûçeyan a Rûsan Ria Novostî re axivî bû û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê nirxandibû. Karlov di roportajê de wiha gotibû “Em PKK’ê wekî rêxistina terorê nabînin. Di karên derve yên Tirkiyeyê de min gotibû: "Em fikarên Tirkiye yên der barê terora navneteweyî de fam dikin. Bi taybetî piştî êrîşên terorê yên li Enqereyê. Lê PKK û PYD ne ji aliyê Rûsya ve û ne jî ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ve wekî teror tê binavkirin. Em bi nûnerên kurdan ên Sûriyê re axivîn. Ji ber ku em bi hemû hêzên qanatê yên Sûriyeyê re hevdîtin dikin. Temasên me bi PKK'ê re tune ne..." Piştî Karlov got "Em PKK'ê wekî rêxistina terorê nabînin" 14 meh şûnde li Enqereyê ji aliyê polîsê hêzên çevîk ê Midûriyeta Enqereyê Mevlut Mert Altıntaş ve hat kuştin.

TAHÎR ELÇÎ JÎ HEMAN TIŞT GOT Û HAT KUŞTIN

Serokê Baroya Amedê yê berê Tarîh Elçîe jî di 14'ê Cotmeha 2015'an de berdarî bernameya Ahmet Hakan a CNN'ê bûbû û gotibû "PKK, ne rêxistina terorê ye" Piştî vê gotinê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema li ber Mînareya çarling a Sûrê daxuyanî dida, alozî derketibû. Di aloziyê de dema polîs ketin pêş ciwanekî û ciwan arasteyî wê kolanê kiribûn, polîsan li ser ciwan gule reşandibûn. Di gulereşandina polîsan de Tahîr Elçî bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû.