Rojnameger Husnu Mahallî rakirin nexweşxaneyê

STENBOL - Rojnameger Husnu Mahallî yê girtî, li ser raporên hatin dayîn sewqî Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê hat kirin.

Rojnameger Husnu Mahallî yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, danê nîvro piştî tedawiya wî ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê, sewqî Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê hat kirin. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş ê têkildarî mijarê agahî dan diyar kir ku, Mahallî toja duşemê di tedawiyeke berfireh re hatiye derbaskirin û wiha got: "Dema Mahallî nerihet bû, ew anîn Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê. Li vir bijîşkan Mahallî tedawî kir. Pişt re, raporeke ku divê teqez li nexweşxaneyeke tam teşekkulî bê razandin dan. Her wiha, Odeya Bijîşkan a Stenbolê jî, li lijneya xwe ev rapor nirxandin. Odeya Bijîşkan a Stenbolê jî got, divê Mahallî teqez li nexweşxaneyeke tam teşekkullî bê razandin. Li ser vê parêzer Tûran Aydogan û Mûhterem Aktaş her du rapor, berpêşî dadgehê kirin. Her wiha rapor dan rêveberiya girtîgehê jî. Li ser vê sewq pêk hat."