Peskov: Kuştina Karlov, li dijî prestîja Enqereyê derbeyeke cidî ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevkê Kremlîniyê Dmîtriy Peskov got, kuştina Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov, li dijî prestîja Enqereyê derbeyeke cidî ye.

Berdevkê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Dmîtriy Peskov di hevpeyvîna xwe yî di televîzyona Mîrê ya li Rûsyayê weşanaê dike de, têkildarî sûîqasta li dijî Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov de axivî. Peskov wiha got: "Bûyera qewimî, di heman demê de li dijî Tirkiyeyê ye jî. Çimkî partnerê me yî tirk naxwazin bûyer bigihêjin vê astê."

‘JI BO ENQEREYÊ DERBEYEKE CIDÎ YE'

Peskov ê ku got, "Ji ber vê yekê, ji bo Dewleta Tirk jî, kêrkirineke ji paş ve ye" wiha domand: "Çimkî her dewlet li nav xaka xwe ji ewlehiya nûnertiyên dîplomatîk û nûnerên dîplomatîk berpirsiyar e. Ev, di Peymana Viyanayê ya Der Barê Têkiliyên Dîplomatîk de nivîsandiye. Ji ber vê, ev helbet ji bo Enqereyê derbeyeke cidî ye."