STENBOL - Parêzer Levent Pîşkîn û Cahît Kirkazak ên ku piştî hevdîtina bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Parêzer Levent Pîşkîn û Cahît Kirkazak ên ku ji bo hevdîtinê çûbûn Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê û bi Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşû piştî hevdîtinê hatin binçavkirin. derxistin dozgeriyê. Pîşkîn û Kirkazak re bi tevahî 9 kesên hatibûn binçavkirin îfade dan Serdozgerê Komarê yê Bursayê. Pîşkîn û Kirkazak bi şerta kontrola edlî hatin berdan, 7 kesên ku endam û rêveberên HDP'ê di nav de ne bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.