EDENE - Li dijî avahiya HDP'a Navçeyê ya Karatşê, ji aliyê komekê ve êrîşek pêk hat û di encama vê êrîşê de avahî bi awayekî zêde hat texrîbkirin.
Li dijî avahiya HDP'a Karatşê, ji aliyê komekê ve êrîşek pêk hat. Di êrîşê de derî û camên avahiyê hatin şikandin û her wiha malzemeyên di avahiyê de jî bi awayekî zêde hatin texrîbkirin. Li gel, kom bi spreyê li ser dîwarên hundur ên avahiyê "Em hatin hûn ne li vir bûn" nivîsandin.
Piştî êrîşê, HDP'yiyan derheqê êrîşkaran de serî li dozgeriyê da.