Derket holê ku kujerê Karlov, beriya 3 rojan keşif kiriye

ENQERE - Polîs Mevlut Mert Altintaş ê Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Karlovî qetil kir, dîmenên wî yên ku beriya cinayetê bi 3 rojan keşif kiriye derketin holê.

Sefîrê Rûsyayê yê Enqerê Andrey Karlovî, li pêşengeheke ku li Navenda Hunerê ya Çagdaşê ya Şaredariya Çankayayê, rastî sûîqasta çekdarî ya polîsê bi navê Mevlut Mert Altintaş ê li Şaxa Hêzên Çevîkê ya Muduriyeta Polîsan a Enqereyê peywirda bû hatibû û di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû. Li gor nûçeya REN TV'ya Rûsî, kujerê Sefîr Karlovî, Mevlut Mert Altintaş beriya cinayetê bi 3 rojan keşif kiriye.