MÊRSÎN - Qeymeqamê navçeyê Hamdî Bîlge Aktaş ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, rayeya meclîsa şaredariyê betal kir û meclîs nas nekir.
Li Mêrsînê, Qaymeqam Hamdî bîlge Aktaş ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, ewilî rayeya Meclîsa Şaredariya ya hilbijartî ji destê wan girt, û civîna wê betal kir. Endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Canan Yuce têkildarî mijarê ji dîhaberê re axivî bi bîr xist ku beriya qeyûm bê tayînkirin, li tevahiya Tirkiyeyê li dijî partiyên wan operasyon dihatin meşandin.
‘JI BO JI QEYÛMÊ RE ZEMÎNÊ AMADE BIKIN OPERASYON HATIN LIDARXISTIN'
Yuce bi brî xist ku, Hevşaredar Yuksel Mûtlû jî di nav de, xebatkarên şaredariyê, gerînendeyên daîreyan û siyasetmedraên HDP'î hatine binçavkirin. Yuce diyar kir ku, der barê Hevşaredar fazil Turk de jî biryara desteserkirinê heye û got, bi operasyonan re, ji qeyûmê re zemîn hat amadekirin. Yuce anî ziman ku, li dijî şaredariyê operasyoneke bîrbiriyê tê afirandin.
‘HINCETA TAYÎNKIRINA QEYÛM NEHAT DAXUYANDIN'
Yuce ragihand ku, karê ewil ê qeyûm bêrayekirina Meclîsa Şaredariyê bûye û got, qeyûm bi gerînendeyên li şaredariyê re dicive û bi vî awyaî aşredariyê bi rê ve dibe. Yuce dest nîşan kir ku, heta niha hinceta tayînkirina qeyûmê nehatiye daxuyandin û wiha axivî: "Tenê nivîseke ku ji kaên nivîsan re hatiye teblîxkirin heye. Lê belê, di vê nivîsê de jî tenê tayînkirina qeyûm hatiye teblîxkirin. Yanî hinceta tayînkirina qeyûm nehatiye diyarkirin. Mufettîş hatin şaredariyê. Ne maliye û ne jî dîwana muhasebtê bi tu awayî rastî derhuqûqiyeke şaredariyê nehatin. Her wiha Hevşaredar Fazil Turk nehat girtin û ji peywirê jî nehat wergirtin û têkidlarî vê tu agahî ji bo me nehatiye ragihandin."
‘QEYÛM BIRYAREKE SIYASÎ YE'
Yuce bi bîr xist ku, ji bo şaredariyên li bajarên kurdan wek hincet nêvenga pevçûnî û xendek hatin nîşandan û wiha axivî: "Tenê ji ber em HDP'î ne. Yanî ev bi temamî biryareke siyasî ye û tu eleqeya wê bi huqûqê re tune ye. Em bi dnegên gel hatin hilbijartin û em ê xebatên xwe bidomînin. Divê demildest dawî li vê derhuqûqiyê bê."