Îdiaya 'Bi porê jinên girtî girtin û bi erdê re kaşkirin'

ANTALYA - Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, li jinên girtî îşkence hatiye kirin. Malbatan diyar kir ku bi porê jinên girtî hatiye girtin û ew bi erdê ve kişandine û porê wan rakirine. Malbatan bang li rêxistinên demokratîk û dozgeriya girtîgehê kir, da îdaiyên îşkenceyê lêkolîn bikin.

Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Antalyayê, girtiyên siyasî rastî îşekenceyê hatine. Hat ragihandin ku, peywirdarên girtîgehê bi porê jinên girtî girtine û ew bi xwêr ve kişandine û derb kirine. Îşkenceya li dijî girtiyan, piştî girtî bi parêzerên xwe û malbatên xwe re bi telefonê hevdîtinê pêk tînin, derket holê. Her wiha hat ragihandin ku, bûyer di 20'ê kanûnê de pêk hatiye.

'BI PORÊ WAN HAT GIRTIN Û HATIN KIŞANDIN'

Ji girtiyên siyasî Gulîstan Tekmen Nûray, îşkenceya rastî wê hatiye bi rêya telefonê ragihand malbata xwe û ragihand ku, bi porê wê hatiye girtin û bi xwêr ve hatiye kişandin. Malbata Nûray ragihand ku, piraniya porê keça wan ji kokê ve hatiye hilqitandin û hat zanîn ku, îşkenceyê jî, ji ber qabanê ku bavê wê jê re şandiye hincet hatiye nîşandan û pêk hatiye. Bavê Nûray, Haci Tekmen Nûray got, roja duşemê di hevdîtina vekirî de wî li ser navê keça xwe montek daniye û îdareya girtîgehê ew mont daye keça wî. Bav Nûray got, pişt re gardiyanan ji ber mont kesk bûye, rengê wî wek hincet nîşan dane û îşkence li keça wê kirine.

Bav Nûray got, îdareya girtîgehê OHAL'ê dike bahane û her roj bi awayekî kêfî tevdigerin û zarokên wan tim rastî binpêkirina mafan tên. Bav Nûray diyar kir ku, ew ji jiyana zarokên xwe bi şik û guman in û ji bo demildest dawî li vê îşkenceyê bê, bang li rêxistinên demokratîk û dozgeriya girtîgehê kir.

GEWRIYA JINA GIRTÎ REŞ BÛYE

Bavê Berîvan Yuce, Ziya Yuce diyar ki ku, keça wî bi rêya telefonê ragihandiye ku, îşkence li wan tê kirin. Bav Yucel diyar kir ku, keça wî ragihandiye gewriya wê ji ber îşkenceyê reş bûye û got, Girtîgeha Antalyayê veguheriya navenda îşkenceyê. Bav Yucel got, keça wî ragihandiye ku gardiyanan ji girtiya bi navê Gulîstan Tekmen Nûray re wiha gotine: "Qabanê te dişibe, qabanê Denîz Gezmîş. Tu yê vî qabanî derxînî." Bav Yucel anî ziman ku, keça wî gotiye, piştî girtî li dijî vê ferzkirinê derketine, rastî îşkenceyê hatine.

'EM Ê ZAROKÊN XWE NEDIN BER WIJADNÊ WAN'

Bav Yucel bi bîr xist ku, li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê berê jî girtî rastî îşkenceyê hatine û wiha axivî: "Ji bo kesên berê îşkence dikirin, piştî OHAL'ê gotin 'FETO'yiyan kiriye.' Lê yê vê carê dikin kî ne. Em nizanin aqûbeta zarokê me çî ye. Em nizanin yên li îdareya girtîgehê kî ne. Em ji jiyana zarokên xwe bi guman in. Zarokê me girtî bin jî, em ê jiyana wan nedin ber wijdanê wan."