WAN - Malbata Ûyar a ji ber erdhejê mala wan zêde texrîb bûbû û ev 5 sal e ji neçarî di heman malê de dijiyan, niha jî di sar û seqemê de, di konteynerê de dijî.
Di ser erdheja Wanê re, her çiqas 5 sal derbas bûbin jî, hîn jî li hin taxan welatî di malên texrîbkirî û konteyneran de dijîn. Ji van malbatan malbata Ûyar, li Taxa Akkopru ya Tûşpayê 5 sala ji neçarî di mala xwe yî texrîbkirî de man û niha jî di konteynereke ku bi 300 TL'yî kirîne de, dimînin.
‘ME KONTEYNER KIRÎ'
Serpîl Ûyar a li gel sar û seqema li bajêr, tevî 2 zarok û hevjînê xwe yî berasteng ji neçarî di konteynerê de dijîn wiha got: "Ji ber xetereya rûxandinê hebeû, me serî li Muduriyeta Parastina Mîllî da û me got em mexdûr in, alîkariya me bikin. Wan jî em şandin cem keyayê taxê. Me konteynerek xwest, wan jî konteyner bi 300 TL'yî firot me."
ZIVISTAN ZEHMETÎ BÊTIR KIRIN
Ûyar anî ziman ku, wan têkildarî rewşa xwe serî li gelek saziyên eleqedar daye û got, ji ber tapuya mala wan tune ye, ji wan re mal nayê çêkirin. Ûyar anî ziman ku, mehek merê meaşê berastebgiyê yê hevjînê wê jî hatiye birîn û got, bi hatina zivistanê re wê jiyan ji bo wan zehmetir bibe.