MEREŞ- Neşe Delîbaş a hevjînê wê bi KHK'ê ji peywirê hat îxrackirin, ji bo piştevaniya hevjînê xwe bike û çoknedanîna xwe nîşan bidin, dikana nanê sêlê vekir. Delîbaş anî ziman ku ew dê muhtacî tu kesî nebin û ew ne bêçare ne.
Li Mereşê, endamê Egîtîm-Senê Seşçûk Delîbaş ê bi KHK'ê ji peywirê hat îxrackirin, hevjîna wî dayika 3 zarokan Neşe Delîbaş (48) li Taxa Îsmetpaşayê bi vekirina dikana patîle û nanê sêlê, piştevaniya wî û debara malbata xwe dike. Delîbaş diyar kir ku wek hevjînê wê gelek mamoste rastî neheqiyê hatine û bi awayekî aborî dixwazin wan teslîm bigirin û dê di her şert û mercî de piştevaniya hevjînê xwe bike.
DI HILBERÎNÊ DE JIN
Delîbaş anî ziman ku, piştî hevjînê wê hatiye îxrackirin wê dest bi akr kiriye û got, arvan û tiştên ew bi kar tîne, hemû organîk in û wiha domand: "Em li gel patîle û nanê sêlê yên bi petat, penêr, torak, ispenax, sicûx; em kutilkan, şorbeya nîskan, xwrainên malê jî çêdikin. Ez jî ji wan in ku li malê rûdiniştim. Jê re dibêjin kevanî. A rast ya jê re dibêjin kebanî, karkerên bê pere ne. Yanî ebrê bêtir ez karkera malê bûm. Niha ev nêzî mehekê ye, wek hilberînerekê karê xwe dikim. Xebata jinê û di warê aborî de mayîna li ser piya, zaf girîng e. Ji ber vê, ev kar xeyala min bû."
‘EM SERBILIND BIN'
Delîbaş diyar kir ku, îxrackirina hevjînê wê ne dawiya dinyayê ye û got, ew ê di her şert û mercî de tevî hevjînê xwe têbikoşe û got, ji bo ew serbilindiya xwe nîşan bidin wan vê dikana nanê sêlê vekiriye. Delîbaş wiha axivî: "Heta roja îro min û hevjînê xwe piştevaniya hev kiriye. Ji niha û pê ve jî ez ê li gel hevjînê xwe bim. Di kirina vî karî de, piştevanê min î herî mezin hevjînê min bû. Hevjînê min, bi min bawere ku ez di vî karî de bi ser kevim. Yanî bêyî em muhtacî keîs bibin, em li ser piyên xwe disekinin û em ê her bisekinin jî."
HEVKARIYA JINÊ
Li cem Delîbaşê, dayika 3 zarokan Fatma Reyhan (53) dixebite û diyar dike ku, ji ber hevjînê wê tune ye, hemû pêdiviyên malê ew bi cih tîne. Reyhan wiha got: "Ez ji weziyeta xwe memnûn im. Wek jinekê, dixebitim û bêyî zarokê min muhtacî kesî bibin, li wan dinihêrim. Li vir ez û Neşe xanimê wek xwişkên hev dixebitin. Qezecnca min î vir jî, girêdayî kirîgera ye. Yanî hema bêje em bi hevkariyî dixebitin û qezenc dikin. Heke qezenca me yî rojane zêde be zêde, kêm be jî em kêm qezenc dikin."