Hevserokê HDP'ê Binici hat girtin

ENQERE - Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî jî di navde 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.

8 kesên di navde Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî, Nûnerê DİHA yê Enqereyê Kenan Kirkaya Rêveberê Sendikaya BES'ê Civan Yildirim û Xebatkarê TUAD-FED'ê Mehmet Baytekin û Uskudar Yumuş ku di 12'ê kanûnê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Li dadgehe Rojnameger Kenan Kirkaya û 4 kesên din hatin berdan. Bînîcî, Yildirim, Baytekin û Yumuş ku sewqî dadgeha nobedar hatin kirin jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" şandin girtîgehê.