Ji bo Karlov li Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê merasim

NAVENDA NÛÇEYAN - Sefîrê Rûsyayê Andrey Karlov ku li Enqereyê di encama sûîkastekê de jiyana xwe ji dest dabû bi merasimekê tê oxirkirin.

Ji bo Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê ku di êrîşa polîsê Hêzên Çevîk Mewlud Mert Altintaş de hat kuştin, li Wezareta Karê Derve merasima pêşî tê li darxistin. Li salona avahiya Wezaretê li gel xizmên Karlov, hevalên wî û xebatkarên wezaretê amade bûn. Di nava kesên ku beşdarî merasima oxirkirinê bûn de Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û gelek kesên din hene. Lavrov piştî sersaxî ji malbata Karlov re pêşkêş kir axavtineke kurt kir. Ji bo Karlov wê piştî nîvro jî li Katedrala Îsayê Rizgarker merasim bê lidarxistin. Merasim wê ji hêla Serokê Kinîseya Ortodoks ê rûs Patrik Kirill ve bê birêvebirin û wê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin jî beşdar bibe. Putin ji bo beşdariya merasimê oxirkirina Karlov civîna çapemeniyê ya salane ji bo sibê taloq kiribû.


Andrey Karlov di 19'ê Kanûnê de li salona Pêşengeha Wêneyan a Navenda Hunerê ji aliyê polîsê Hêzên Çevîk Mevlud Mert Altintaş ve hat kuştin. Rêxistina El Nusra kuştina Karlov girt ser xwe.