AMED - Niqaşên der barê polîsê Hêzên Çevîk Mevlût Mert Altintaş ê Sefîrê Rûsya Andrey Karlov kuşt didomin. Di vê pêvajoya niqaşên "Endamê El Nusra ye? El Kaideyî ye?, El Nusrayî ango FETO yî ye? tên kirin de nivîsên ku polîsên Tevgera Taybet û Cendirmeyên Tevgera Taybet ku li ser dîwarên Farqîn, Cizîr, Sûrê nivîsên “Yaşasın IŞİD”, “Esedullah Timleri” nivîsandibûn anî aqilan. Balkêş e heta niha der barê van kesan de lêpirsîn jî nehat vekirin.
Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov di 19'ê Tîrmehê de li Enqereyê ji aliyê polîsê Hêzên Çevîk ê Enqereyê Mevlut Mert Altintaş ve hat kuştin. Hêj 2 saet di ser bûyerê re derbas nebû Serokomar, rayedarên hikûmetê û medya nêzî AKP'ê diyar kirin ku polîs endamê FETO ye û têkiliya wî û Cemaeta Fethullah bi hev heye. Lê dema Polîs Mevlut Mert Altintaş sefîr gulebaran kir siloganên “Helebê ji îr nekin" "Sûriye ji bîr nekin" "Ez dê mirî ji vir derkevin" berz kir. Got 'ez armanc dikim şehîd bikevim" Li ser vê yekê hemû hêzên gelek nivîskar û kanalên tv'yan li ser daxuyaniyên Serokwezîr, Serokomar û wezîrên karên hundir bêyî lêkolin bikin Altintaş wekî endamê FETO nîşan dan. Lê piştre El Nusra daxuyanî da û diyar kir ku wan ev çalakî pêk anîye. Lê dîsa hikûmetê xwest polîs wekî nedamê FETO nîşan bide û xwest çalakiyê têxe situyê FETO.
Lêj ev niqaş berdewam dikin nivîsên salek berê Polîsên Tevgera Taybet (PÖH) û Cendirmeyên Tevgera Taybet (JOH) ku li Kayserî, Bolu û hin bajarên din perwerdehiya taybet dîtibûn û hikûmetê bi wan pesnê xwe dida li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopya û Farqîne nivîsên ku têkiliya xwe bi DAIŞ û El Nusra re nîşan dide nivîsandin. JOH û POH'ê di serdema Qedexeya Kolanan û êrîşên li dijî taxan de li ser dîwaran nivîsên "Bijî DAIŞ-Yasasın ÎŞÎD", "Tîmên Esadullah/Esadullah Tîmlerî" ên bi îmzeyên POH û JOH nivîsandibûn. Disa polîsan siloganên "Bijî DAIŞ" berz kiribûn. Piştre li ser bertek û nerazîbûnên civakê û saziyên civakî; rayedarên hikûmetê ji qeymeqam û waliyan xwest ku van nivîsên li ser dîwaran jê bibe. Her çend nivîs hat jêbirin jî der barê polîs û cendirmeyên ku ev nivîs li ser dîwaran nivîsandine tu lêpirsîn nehat vekirin.
Her çend hemû cîhan DAİŞ’ê wekî rêxistina terorê bi nav dike jî polîs û cendirmeyên ku li Sûr, Farqîn, Cizîr û Nisêbînê silogan û nivîsên pesnê DAIŞ û El Nusra dike de doz venekir. Her çend parlamenterên HDP û CHP’ê têkildarî van mijaran li meclîsê xwest lêpirsîn vê vekirin jî ev mijar nehat rojeva meclîsê û heta niha tu lêpirîn hetaiye destpêkirin.