‘Şer li heremê encama tecrîda li ser Ocalan e’

AMED – Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên navçeya Peyasê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û destnîşankirin ku şer û komkujiyên li heremê pêk tê encama tecrîda li ser Ocalan e.

Rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Peyasê yên Amedê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên DBP’ê yên Amedê, rêveber û endamên DBP û HDP jî bi beşdarê daxuyaniyê bûn. Rêveberê DBP’ê ya Peyasê Musa Yurtsever daxuyanî xwand û diyar kir ku li Rojhilatanavîn roj bi roj şer giran dibe û wiha got: "Hêzên kurewî dixwazin heremê ji nû ve saz bikin."

‘OCALAN JI BO SEKINANDINA ŞER BI BIRYARE’

Yurtsever destnîşan kir ku şerê li heremê û Tirkiyê mîna şerê cîhanê ya 3 emîn e û wiha axivî: “Serokomar Erdogan û hikumeta AKP’ê nûnerê şere. Bi şerê li heremê re komkujî pêk anîn û siyasetmedarên kurd girtin. Li gel şer û komkujiyan birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re nêrînên xwe yên dawî bûna şer û biryardariya xwe dûbare anî ziman.”

‘ŞER Û KOMKUJÎ ENCAMA TECRÎDA LI SER OCALAN E’

Yurtsever anî ziman ku li hemberî biryardariya çareseriyê ya Ocalan roj bi roj şer tê kûr kirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi girankirina tecrîdê bersiva Ocalan tê dayîn. Hikumet bi MHP’ê re ketine nava hewldanên Ocalan ji holê rakirinê. Ji ber vê yekê şer û komkujiyên li heremê encama tecrîda li ser Ocalan e. Ji bo pêşerojên azad dive tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Hevdîtinên malbat û parêzerên Ocalan demildest destpê bike. Ji bo dawî bûna şer ya herî giring dive Ocalan bigihije azadiya xwe.”


‘DAXWAZA ME YA SEREKE AZADIYA OCALAN E’

Yurtsever diyar kir ku li Tirkiyê temînata aştiyê Ocalan e û bi van gotinan dewletê hişyar kir: “Siyaseta kurd, saziyên sivîl û aştixwazên li welat bi hevre ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bi israr in. Daxwaza me ya sereke û yê neyê guhertin azadiya Ocalan e.”

Daxuyanî bi diruşmayên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” û çepikan dawî bû.