Wezîrê Parastinê: 16 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

ENQERE - Wezîrê Parastina Neteweyî Fikri Işık, têkildarî operasyona Mertalên Firatê daxuyanî da û diyar kir ku di operasyona li El Babê de hêjmara leşkerên wan ên jiyana xwe ji dest dane gihişt 16'an.

Wezîrê Parastina Neteweyî Fikri Işık, têkildarî operasyona Mertalên Firatê, diyar kir ku di operasyona li El Babê de hêjmara leşkerên wan ên jiyana xwe ji dest dane gihişt 16'an. Operasyona Mertalê Firatê ku 121 rojin ligel Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) didome. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li ser hev daxuyanî dan. TSK'ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di şerê li Babê û derdora wê de herî dawî 14 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan û 33 leşker jî birîndar bûn. Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik, têkildarî rewşa dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Işik, diyar kir ku li El Babê di şerê li dijî DAİŞ’ê de 16 leşkeran jiyana xwe ji dest dane."