STENBOL - 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê Can Durdar de bi hinceta piştgirî daye Ozgur Gundemê biryara girtinê da.
Rûniştina doza rojanemger Can Dundar, Ayşe Batumlu, Şanar Yurdatapan, Îbrahim Aydin Bodur û Sînameger Veysi Altay ku beşdarî nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojanemya Ozgur Gundemê bûn doz li wan hatibû vekirin li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. 22'emîn Dadgeha Cezayên ya Giran a Stenbolê, der barê Can Dundar de bi hinceta beşdarî kampanyaya “Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî” ya bi armaca piştgiriya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re hatibû destpêkirin bûye, biryara girtinê da. Lêpirsîna di derbarê Gerînendeyê Berê yê Weşana Giştî yê Rojnameya Cûmhûryetê Can Dundar ku bi hinceta beşdarî kampanayaya “Nobeda Gerînendeya Weşana Giştî” ya bi armaca piştgirîkirina Rojnameya Ozgur Gundem a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hate girtin bûye dewam dike. Dadgehê der barê Can Dundar ê ku ji ber ji derveyî welate, ji bo îfadeyê wî bê girtin û biryara girtinê da.