ŞIRNEX - Hevserok û endamên HDP'ê yên Silopiya ku di 17'ê Kanûnê de hatin binçavkirin di bin çavan de rastî îşkenceya polîsan hatin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê hevserokên HDP'ê û endamên DBP'ê Aycan Azma, Alî Balin û Tûnçay Înalyên ku di 17'ê Kanûnê de ji aliyê tîmên taybet ve hatîn binçavkirin li Midûriyeta Polîsan rastî îşkenceyê hatin. Hevserokê DBP'ê Mahmut Yildizgorer têkildarî rewşa kesên hatine binçavkirin diyar kir ku polîsan di 17'ê kanûnê bi ser avahiya HDP'ê de girtin û hevserokên HDP'ê binçav kirin. Mahmut Yildizgorer, anî ziman ku di avahiya HDP'ê de lêgerîn pêk anî û gelek alavên hundir şewitandin û wiha got: "Hevserokên navçeyê hefteyek e di binçavde ne û rastî îşkenceya polîsan tên. Polîs destûr nade ku parêzer li gel hevserokên navçeyê hevdîtinê pêk bînin.