ŞIRNEX - Malbatên zarokên wan di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan di hefteya 260'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan ji bo 5'emîn salvegera komkujiyê her kes dawetî Roboskê kirin.
Malbatên zarokên xwe di komkujiya Roboskê de winda kirin çalakiya xwe ya pemcşemê di hefteya 260'an de berdewam kirin. Malbatên 34 kesên di komkujiye de jiyana xwe ji dest dan û Serokê Komeleya Roboski-Derê Veli Encu, tev li çalakiyê bûn û daxuyanî dan. Malbatan xwestin di 5'emin salvegera komkujiyê de her kes tev li bernameya bîranîna 34 kesan bibin û bi hevre komkujiyê şermezar bikin.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 li Roboskê li ser welatiyên Roboskê bombe barandibûn û piraniya wan zarok 34 welatiyan bazirganiyê dikin li ser sînor jiyana xwe ji dest dabûn. Malbat ji bo berpirsiyarê komkujiyê bên darizandin her pencşem çalakiyan pêk tînin û dixwazin hesap bê pirsîn.