Li 5 bajaran siyasetmedar hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyonên li dijî endamên endam û rêveberên HDP’ê de qirkirina siyasî didomîne. Li Riha, Îzmîr, Sêrt, Qeyserî û Agiriyê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin.

Operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP'ê û DBP'ê berdewam kir. Operasyonan li Riha, Îzmir, Sêrt, Qeyseriyê berdewam kir.

RIHA

12 kesên ku li navçeya Wêranşar a Rihayê hatibûn binçavkirin danê sibehê sewqî edliyeyê hatin kirin. Yek ji wan bi şertê kontrola edlî hat berdan, yên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê jî 10 kes bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” girt, kesek jî berda.

ÎZMÎR

Danê sibehê li Îzmîrê operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin, tevî Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay, gelek kes hatin binçavkirin.

Navê hin ji binçavkiriyan wiha ne; “Hevşaredara Agiriyê Mûkaddest Kûbîlay, Hacay Yilmaz, Dîlan Akpolat, Elmas Çinar, Sevîm Fîlîz, Tevfîk Bogakaptan, Yûsûf Çaliş.

SÊRT

Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Cedûh Batûr, Hevserokê berê yê DBP’ê yê navçeyê Temer Ozer û Mûstafa Adiyaman û Ebedîn Batibey ên ku hefteya bihurî li navçeya Berwarî ya Sêrtê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 4 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Sûlh Cezayê hatin kirin, bi îdîaya “alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin.

Her wiha, duh êvarî jî jendermeyan bi awayekî hemwext li navçeyên Berwarî, Xana Hawêl, Misirc û Dihê avêtibûn ser malan. Di operasyonê de ku hinceta wê nehat zanîn, 20 kes hatin binçavkirin.

KAYSERÎ

Li Kayseriyê ji 13 kesên ku 13’ê Kanûnê hatibûn binçavkirin, 6 hatin girtin. 13 kesên ku domahiya 9 rojan binçavkirî man, duh êvarî sewqî Edliyeya Kayseriyê hatin kirin. Piştî karûbarên dozgeriyê, 7 kes bi ‘şertê kontrola edlî’ hatin berdan, 6 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Piştî dadgehê, 6 kes bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.

Girtî ku parvekirinên wan ên li ser tevna civakî wek sûc hate hesibandin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê.

AGIRÎ

Di encama operasyonên qirkirina siyasî de li Agiriyê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Yûsûf Yakût, Rêveberê HDP’ê Resûl Sorgûç, Rêveberê berê yê HDP’ê Salîh Coşkûn û xebatkarê Şaredariyê Alî Bariş û keseke bi navê Sevgî hatin binçavkirin. 5 kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin emniyetê.

Danê sibehê bi ser mala Hevşaredara Bajêr Mûkaddes Kûbîlay de jî hat girtin. Kûbîlay li Îzmîrê dema mêvandariyê hatibû binçavkirin.