Li Mûsilê êrîşeke bombeyî: 23 kes jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN - Li derdora Kûkjalî ya Mûsilê êrîşeke întiharwarî pêk hat. Li gor agahiyên ewil, di êrîşê de 23 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li herêma rojhilat a Mûsilê ku ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatibû stendin, DAIŞ'ê bi 3 wesayîtên cuda ên bombeyî êrîşên întiharî pêk anî û di van êrîşan de herî kêm 23 kesî jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ku Artêşa Iraqê da de, teqîn şi herêma Kûkjaliyê li devereke bazarê pêk hatiye û ji kesên jiyana xwe ji dest dane, 15 jê sivîl in.

Piştî teqînê jetên Artêşa Iraqê jî, bi jetan mewziyên DAIŞ'ê bombebaran kir.