STENBOL - Parlamentera HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê û Wekîla Seroka Meclîsê Pervîn Buldan li mala xwe hat binçavkirin. Piştî îfade da serbest hat berdan.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan di hesabe xwe yê twîtterê de diyar kir ku li mala xwe di serdegirtina polisan de hatiye binçavkirin. Buldan di hesabê xwe yê twitterê de got "Ez hatim binçavkirin" û agahî da. Hat zanîn ku Buldan li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Îdirê bi hinceta di axaftinek xwe ya li Îdirê de "Propaganda rêxistinê kiriye" hatiye binçavkirin. Hat diyar kirin ku ji bo îfadedayîne Buldan birin Edliyeya Bakirkoyê.
Bultan ku bi fermana dosger hat binçavkirin, derxistin Dadgeha Nobedar a Edliya Bakirkoyê. Buldan, anî ziman ku binçavkirina wê li dijî hiqûqê ye û dê îfade nede. Buldan piştre ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.