WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya hat binçavkirin. Polis li avahiya şaredariyê lêgerîn dikin.
Yekîneyên polîsan serê sibê bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û mala Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya de girt. Polîsan di serdegirtina mala Kaya de lêgerîn pêk anîn û Kaya binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Polîs li avahiya şaredariyê jî lêgerînê berdewam dikin.