'Şirnex, Nisêbîn, Cizîr û Geverê tenê nehêlin'

AMED - Zivistan hat lê hîn bi hezaran malbat li Şirnex, Cizîr, Gever û Nisêbînê di konan de dijîn. Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê Mûstafa Ocaklî ji bo malbatên di konan de dijîn bang li her kesî kir ku alîkarî û piştevaniya gelê Şirnex, Cizîr, Nisêbîn û Geverê bikin.

Piştî êrîş li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê, qedexeya derketina derve hat îlankirin û bi van qedexeyan re dorpêç û êrîşên hêzên dewletê destpêkirin, gelek welatî ji ber pêkûtî û çewisandinên dewletê mal û taxên ji neçarî terikandin. Bi hezaran malbat jî ji ber rûxandina û hilweşandina hêzên dewletê mecbûrî ji warê xwe koç kirin. Piştî li koçberiya li nav bajarên Kurdistanê dest pê kir, di bin banê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava kampanyayayên alîkariyê hatin destpêkirin û ev kampanya li Tirkiye û Kurdistanê rastî eleqeyek zêde hatin. Lê bi piştî ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnê de gelek komele û sazî hatin girtin ûd eriyên wan mohrkirin, ku yek ji van komeleyan Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê bû, rê li ber alîkariya ji bo gel hat qutkirin.

‘DIVÊ GEL KAMPANYAY XWIŞK-BIRA ZEXM BIKE'

Serokê Komaleya Alîkarî û Piştevaniya Rojavayê Mûstafa Ocakli diyar kir ku, welatiyên ku ji aliyê dewletê ve bi darê zorê hatine koçberkirin, pêdiviya wan bi zexîre, betaniye, cilşo, sarinc, amûrên zivistan û pêdiviyên sereke heye. ocakli anî ziman ku, her çiqas li gelek deveran qedexeya derketina derve bi dawî bûbe jî, mixabin piraniya mal û avahiyên gel hatine rûxandin û texrîbkirin û wiha domand: “Gelên kurd bi darê zorê hat koçkirin. Niha zivistan e û gel li konan dijîn. Beriya komaleya me bê girtin, me alîkarî û piştevaniya gel dikir. Ji ber komele hat girtin, alîkariyên me yî ji bo gel jî hatin astengkirin. Lê li gel vê jî, dîsa çi ji destê me bê em dikin. Kampanyaya 'xweişk-bira' ji bo gelê mexdûrkirî baş bû. Dewletê rê li ber wê jî girt. Komaleyên me hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin, lê divê gelê me kampnaya xwişk-bira zexm bike."

‘ZIVISTAN ZOR Û ZEHMETÎ YE'

Ocakli ji bo gelê Şirnex, Cizîr, Gever û Nisêbînê bang gelên kurd re kir û wiha axivî: “Zivistan hatiye her der berf û baran e. Gelê pêdiviya gelê me bi alîkarî û piştevaniyê heye. Gelê ku derfetê wî tûne be jî dikare, odeyeke xwe ji gelê mexdûr kirî re vebike. Bila gelê me ji bo alîkariyê baldar bin. Ev alikariyên ku dikin hemû wijdanî ye. Niha li Şirnexê bi awayekî qismî be jî qedexe rabû û hema bêje ji sedî 80'yê bajêr hatiye rûxandin. Kirê zêde ye û di malekê de 5 malbat dimînin. Malbat di odeyekê de jiyana xwe didomînin. Berf û baran gelekî zor û zehmet e. Divê her kes ji bo zarok, jin û gelê Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Geverê bi piştevaniyî tevbigere. Li van deran gelê me ne bê xwedî û em ê xwedî li gelê xwe derbikevin. Çi ji destê me bê em ê heta dawî tevbigerin."