Têlên rêsayî ji serdana goran re jî asteng in

MÊRDÎN - Malbata Medenî Orak ê di 2015'an de polîsan bi maşîna zirxî gulebaran kir û kuşt, ji ber têlên li dora taxê nikarin biçin gora kurê xwe ziyaret bikin.

Di 22'yê kanûna 2015'an de, li Kuçeya Dîlekê ya Taxa Firatê ya Nisêbîna Mêrdînê, Medenî Orak li ber mala xwe bûbû hedefa gulebaran wesayîa zirxî û jiyana xwe ji dest dabû. Serdanên gorê yên hevjîn û zarokên Orak hatin astengkirin. Hevjîna Orak, Zekiye Orak got, ew bi dizîka diçin Goristana Hacilarê ya li Taxa Zeynelabidînê ye û wiha axivî: "Îro tam bû salek. Niha destûrê nadin em biçin serdana gora Medenî jî bikin."

TEHEMULÎ NEHEQIYÊ NEDIKIR

Orak ku, hevjînê wê Medenî Orak ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û wiha diyar kir: "Medenî bi zarokan re zarok, bi extiyaran re extiyar bû. Kî dibûna bila bûna, her mirov ji bo wî bi qîmet bû. Cîranan jî zaf jê hez dikir. Dema bidîtina yek di tengasiyê de ye, ji xwe kêm dikir û alîkariya wan dikir. Qet tehemulî neheqiyê nedikir."

DEMA ALÎKARIYA YEKÎ BIRÎNDAR KIR HAT KUŞTIN

Zekiye Orak dest nîşan kir ku, dema hevjînê wê alîkariya yekî birîndar dikir hatiye qetilkirin û wiha got: "Dema li kuçeyê kesek birîndar û ji bo alîkariya wî bike derket ber derî, rastî gulebarana wesayîta zirxî hat. Bi 3 guleyên li pişt û sênga wî ketin li nav kuçeyê hat kuştin. Bi rojan nehiştin em cenazeyê wî bibînin."

SALEK DERBAS BÛ KIRYAR LI HOLÊ TUNE YE

Orak got, di ser qetilkirinê re ev salek derbas bûye, lê hîn jî kiryar nehatine dîtin û wiha got: "Daxwaza me tenê, dîtina kujerê ku zarokê min bê bav hişt bê dîtin. Bila bê dîtin û cezayê xwe bikişîne."

EZ Ê HER BAVÊ XWE MÎNAK BIGIRIM

Kurê Orak, Mîlat Orak ê 15 salî jî got,, ew herî zêde nêzîkatiya bavê xwe ya ji bo mirovan mînak digire û wiha got: "Mirovekî zaf xweşik bû, ku her rêya rast nîşan dida. Ez ê jî bibim wek wî. Ez ê her bavê xwe mînak bigirim."

MIN BI BAVÊ XWE RE BÊRIYA LÎSTINA KIŞIKÊ KIRIYE

Kurê wî Orak dibêje, wî herî zêde bêriya wan êvarên ku wî bi bavê xwe re bi kişikê dilîstin kiriye û wiha ragihand: "Bavê min kişikê dişiband jiyana mirovekî. Mirov çawa dimeşe, çawa difikire, ji bo wî jî kişik ew bû. Digot, 'Di lîstika kişikê de tu kîjan rêyê hilbijêrî, wê encam lîstikê jî wiha teşe bigire. Tu çiqasî santrancê fam bikî, tu yê ewqasî jî jiyanê fêm bikî.'"

TÊL NIKARIN JI BO DÎTINA BAVÊ MIN BIBIN ASTENG

Kurê wî Orak dibêje, dema ew ji bo bavê xwe diçin goristan rastî astengiyan tên û wiha got: "Ne têl û ne jî qedexe, nikarin li pêşiya dîtna min a ji bo bavê min bibin asteng."