NAVENDA NÛÇEYAN - Sekretera Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî (IPA) Benoit Muller, bi daxwaznameyeke serî li Raportorê Taybet ê Azadiya Raman û Îfadeyê yê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbîyî (OHRC-NY) David Kaye da û xwest beşdarî rûniştina doza nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay bibe.
Sekretera Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî (IPA - International Publishers Association) Benoit Muller, li ser navê PEN International, Centro PEN della Svizzera italiana e retoromancio, PEN centre suisse romand ve DeutschSchweizer PEN Zentrum bi daxwaznameyeke serî li Raportorê Taybet ê Azadiya Raman û Îfadeyê yê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbîyî (OHRC-NY) David Kaye da û xwest beşdarî rûniştina doza nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay bibe. Muller bi daxwaznameyê xwest beşdarî rûniştina doza Nivîskar û Endamên Şêwira Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku hat girtin Asli Erdoğan û Necmiye Alpay a di 29'ê Kanûnê de li Edliya Çaglayana Stenbolê bê dîtin bibe.
Muller di daxwaznameya xwe de diyar kir ku ew dixwazin beşdarî doza Asli Erdogan û Necmiye Alpay ên dozên wan di 29'ê Kanûnê de li 23'emîn Dadgehên Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin bibin. Muller, anî ziman ku di Asli Erdogan ji ber 4 nivîsên xwe û Şêwirmendiya Weşana Gitî ya Rojnameya Ozgur Gundemê hatiye girtin û ji wê cezayê muebetê tê xwestin. Muller, anî ziman ku Erdogan di yek hucreyê de tê girtin û li weki wê zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay ji ber endama Komîteya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê ye girtîye. Muller, da zanîn ku dewa wan xebata qadê dikir xwestin Asli Erdogan ziyaret bikin lê ev daxwaza wan rat redkirin û ji ber vê yekê em xemgîn in. Em dixwain li ser navê we wekî heyetek nûner biçin rûniştina dozê. "