ENQERE - Malperên nûçeyan bi dîmen û wêneyan şewitandina 2 leşkerên TSK'ê yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn revandin belav kir. Dema leşker hatin revandin, Parlamenterê HDP'ê Mehmet Emîn Adiyaman di kanûna 2015'an de têkildari revandina leşker Sefer Taş pirsname da meclîsê. Wê demê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu vû Wezîrê Parastina Neteweyî 20 roj berê bersîva "Em dê agahî bidin" parve kiribûn.
Endamên DAÎŞ'ê 2 leşkerên TSK'ê yên Tirkiye di îlona 2015'an de revandin û dîl girtin. Piştî leşker ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin Parlamenterê HDP'ê Mehmet Emîn Adiyaman di 1'ê Kanûna 2015'an de têkildari revandina leşker Sefer Taş bi armanca bersivandinê pirsname da meclîsê. Lê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Parastina Neteweyî bersîva 20 roj berê bersîva "Em dê agahî bidin" dan. Di gelek malperên nuçe û ajansan de wêne û dîmenên ku DAIŞ leşkeran ji qefesan derdixe û wan bi saxî li pêş kamerayan dişewitîne hatin belavkirin. Piştî van dîmenên şewitandina leşkerên TSK'ê derket holê ku Parlamenterê HDP'ê ji bo aqûbeta leşkeran di 1'ê Kanûna 2015'an de pirsname daye meclîsê û xwestiye Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik têkildarî dîlgirtina leşker Sefer Taş û leşkerên din bersîv bide. Lê Wezîr Soylu û Işik 20 roj berê bersîva "Em dê agahî bidin" daye wekîl Adıyaman. Parlamenterê HDP'ê Adiyaman di pirsnameya xwe de wiha gotibû: "Leşker Sefer Taş dijî ya na? Ji bo leşker Taş bê rizgarkirin heta niha tu xebat heye ya na? Lê wezîrêwê demê Îsmet Yilmaz heta niha tu bersîv neda. Adiyaman piştî pirsnameyê 2 caran bi awayekî devkî windakirina Taş anî rojeva meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê Adiyaman, têkildarî bûyerê agahî da dîhaberê û diyar kir ku 20 roj berê di niqaşên Butçeya 2017'an de dîsa mijara leşker Taş anîye rojevê têkildarî Taş bi Suleyman Soylu û Fikri Işik re hevdîtin kiriye,. Adiyaman wiha got: "Wezîr Soylu û Wezîr Işik li milê hikûmetê rûniştibûn. Ez çûm cem wan. Min pirsa Leşker Taş kir. Wezîr Soylu navê leşkerê dîl not girt. Ji min re got "Emê te agahdar bikin. Adiyaman, diyar kir ku ew dê biçim malbata leşker Taş a li Gundê Aratana Jêrîn a navçeya Aralikê ziyaret bikin û civîna çapemeniyê pêk bînin.