Balafirên TSK'ê 21 jê zarok 72 sivîl kuşt

BAB - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku di êrîşa balafirên şer ên Tirk de 21 zarok bi giştî 72 sivîl li Babê jiyana xwe ji dest dan.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşên balafirên şer ên Tirk de herî kêm 47 sivîl li Babê jiyana xwe ji dest dan. SOHR, destnişan kir ku gelek cesed ji binê xirbeyan hatin derxistin û gelek birîndar ji ber nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan û hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 72 kesan. Hat zanîn ku 21 jê zarok in û herî kêm 9 malbat bûne hedefa êrîşan. Li gorî daneyên SOHR'ê, herî kêm 51 ji hêzên 'Mertala Firatê' li rojavayê Babê di êrîş û xefikên DAIŞ'ê de hatine kuştin. Di nava miriyan de 16 leşkerên Tirk jî hene.