Qeyûm tayînî Şaredariya Xalfetiyê kirin

RIHA - Qeymeqamê Xalfetiyê Şeref Albayrak wekî qeyûm tayînî Şaredariya Xalfetiyê hat kirin.

Li navçeya Xalfetiyê piştî hevşaredar Mustafa Bayram hat binçavkirin û di 13'ê kanûnê de hat girtin, Qeymeqamê Xalfetiyê wekî qeyûm tayînî şaredariya Xalfetî hat kirin. Qeymeqam Şeref Albayrak, qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di saetên serê sibê de gelek polîsan bi maşîyenên zirxî şaredarî dorpêç kir û hemû xebatkarên şaredariyê derxistin derve. Piştre Qeyûm/qeymeqam Şeref Albayrak, derbasî şaredariyê bû.