Kujerê 12 kesan li Îtalyayê hate kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşkar Anîs Amrî ku di 19'ê kanûnê de li Berlînê êrîş pêk anî û 12 kes kuşt, li Îtalyayê hate kuştin.

Hikûmeta Îtalyayê, têkildarî êrîşkarê Berlînê Anis Amrî daxuyanî da û diyar kir ku vê sibehê li bajarê Mîlanoyê, di dema kontrola nasnameyê de şer derket û Amrî hat kuştin. Hat diyarkirin ku Amrî beriya li Îtalyayê dijiya, lewma şopa tiliyên wî li vir qeydkirî bû û bi saya vê yekê nasnameya wî hatiye tespîtkirin.
Tê gotin ku Amrî yê Tûnisî, danê vê sibehê li taxa Sesto San Gîovannî ya Mîlayonê, di dema kontrola rûtîn a li Meydana 1'ê Gulanê, hatiye dîtin.
Amrî di vê kêliyê de dema hewl da çekê ji çenteyê xwe derxîne, ji aliyê du polîsan ve hatiye kuştin. Li gorî agahiyan, di vî şerî de polîsek jî birîndar bûye.
Hikûmeta Elman têkildarî mijarê hêj daxuyanî nedaye.