AMED - Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bê dîtin û darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Baroyê di daxuyaniyê de diyar kirin ku heta kujer bên dîtin û darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bê dîtin û darizandin, çalakiya xwe ya her hefte li ber Edliyeya Amedê pêk tînin berdewam kirin. Endam û rêveberên Baroya Amedê li ber Edliyeya Amedê kom bûn û bi kurdî û tirkî pankarta “Em te ji bîr nakin" vekirin. Li ser navê Baroyê Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, daxuyanî da. Alan, diyar kir ku di ser kuştina Elçî re 13 meh derbas bûn, lê hêj kujer nehatine dîtin û darizandin. Alan, diyar kir ku heta kujer bên dîtin û darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Daxuyanî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.