REQQA- Hasreta Welata YPJ'yî ya di operasyona Reqayê de cih digire wiha got: "Me çawa li Kobaniyê DAIŞ têk bir, em dê li Reqqayê jî têk bibin."
Yek ji hêzên ku ber bi Reqayê ve diçin, şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ne. Şervanên YPJ'yî hem heyfa jinan ji DAIŞ'ê distînin û hem jî di operasyonê de, peywira pêşengiyê hilgirtine. Ji fermandarên YPJ'ê Canda Koçer diyar kir ku ew ê hemû jinan ji DAIŞ'ê rizgar bikin, Hesret Welata YPJ'î jî got: "Me çawa li Kobaniyê DAIŞ'ê têk bir, em ê li Reqayê jî têk bibin."
LI BEJAHIYA REQAYÊ HEYFA JINÊ TÊ STENDIN
Fermandara YPJ'ê Koçer balê kişand ser girîngiya stratejîk a Reqayê û got, di serî de jinên êzîdî tê de, ew bajarê ku jinên kurd lê tên bazarkirin, ew ê rizgar bikin. Koçer dest nîşan kir ku, Reqa veguheriye cihê ku mirov lê tên bazarkirin û anî ziman ku, ji bo ew vê şermê ji holê rabikin, wan di operasyona Reqayê de rol û rista pêşengiyê girtiye ser xwe.
'JI BO GEL BERPIRSIYARIYA ME YÎ QADA AZAD HEYE'
Koçer diyar kir ku, azadiya Reqayê ji bo ewlehiya Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê tiştekî esasî ye û wiha got: "Em li ser navê hemû gelan şer dikin. Ji br vê, ji hevalên enternasyonalîst bigirin heta suryaniyan, her kes di vê pêngavê de cihê xwe girtiye. Ji bo em jiyaneke bi hev re ava bikin, em hemû hatin gel hev û me dest bi vê pêngavê kir." Koçer bang li gelan kir ku, operasyon ji bo her kesî vekiriye, divê her hêz di nav de cihê xwe bigire û li dijî zilmê têbikoşe û wiha axivî: "Li gel vê, daxwaza gel ji me ew e ku, em wan ji çeteyan rizgar bikin. Berpirsiyariya YPJ'ê jî parastine. Azadkirin û afirandina qadên azad e. Em jî vê dikin."
‘ME ÇAWA LI KOBANIYÊ TÊK BIR, EM Ê LI REQAYÊ JÎ TÊK BIBIN'
Ji şervanên YPJ'yî Hasret Welat a ku li eniya pêş cih digire anî ziman ku, ji bo azadiya gelan, hedefa wan qedandina DAIŞ'ê ye. Welat wiha got: "Me çawa li Kobaniyê ew têk birin, em ê li Reqayê jî têk bibin. Em li ser daxwaza gelên xwe yî ereb diçin gundan. Gotin, ew li bend ame ne. Hêzeke wisa ya çeteyan jî nema. Nikarin li hemberî em xwe ragirin, berdidin û direvin."