‘Serhat kuştin, Ferhat jî girtin'

ŞIRNEX- Serhat Encu yê ji bo pere ji birayê xwe yê zanîngehê Ferhat Encu re bişîne dema bazirganiya li ser sînor dikir di êrîşa balafirên şer de tevî 34 kesan jiyana xwe ji dest da. Birayê Serhat Encu Ferhat Encu ê parlamenterê HDP'î jî bo hesab ji kujeran bipirse çûbû meclîsê lê ew jî hat girtin. Piştî Ferhat Dayika wan Halîme Encu bertek nîşanî vê edaletê da û got: "Serhat kuştin, Ferhat jî girtin."

Di 4'ê mijdarê de tevî hevserokên giştî û parlemneterên HDP'ê, Ferhat Encu jî hatibû girtin. Her çiqas di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûbûn, hîn jî kiryarên komkujiyê nehatine darizandin û li hemberî vê rewşê malbat bi hêrs e û li ser vê li dijî girtina zarokên wan ên têkoşîna edaletê didin jî bi bertek in.

‘DEWLET GUNDÊ ME ŞEWITAND EM AVÊTIN VIR'

Halîme Encu, dayika Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û Serhat Encu yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ew heta salên 1990'î li Gundê Zeviyê dijiyan û paşê wan koçî Gundê Bêjûhê kiriye. Encu diyar kir ku, wan berê li gundê xwe, ji tirî bigire heta genim gelek tişt diçand, lê belê li vî gundî ji bilî qaçaxçîtiyê tu şensekî wan î dinê tune ye û wiha dibêje: "Ezbeta me ji du bavan pêk tê; yek li Iraqê, yek jî li vire. Me bi awayekî debara xwe dikir, dewletê gundê me şewitand û em avêtin vir. Em li vir ne çandiniyê dikin û ne jî tiştekî din. Li vir çend bizinên me û qantirên me hene. Heke em birçî bimînin, em wan difiroşin."

‘ÇAVÊ MIN LI PACÊ MA'

Halîme Encu dibêje, ji bo pîşeyek wan hebe, wan zarokên xwe daye xwendin û got, Ferhat û Velî li zanîngehê, Serhat jî li lîseyê bû. Halîme Encu got, rewşa wan î aboriyê nebaş bû û diyar kir ku, beriya komkujiyê xercaneya Ferhat û Velî tune bû û wiha domand: "Serhat ji dibistanê vegeriya û got, 'Ez ê biçim qaçaxiyê. Pereyê kekên min tune ne.' Min ji wî re got, neçe em ê vê axê bixwin, lê tu neçe. Wî jî digot; 'Her du kekê min li benda pereya ne, divê ez biçim. Bila birayên min bixwînin, lê ez mecbûrim biçim.' Çû qaçaxiyê û roja 3'yan jî ev bûyer qewimî. Çû, careke din nehat. Çavê min her li pacê ma."

Halîme Encu diyar kir ku, wan piştî komkujiyê her têkoşiyaye û kurê wê Ferhat Encu jî li ser navê malbatan çûye Meclîsê û wiha bertekên xwe nîşan dan: "Kurê min ji bo edaletê li wir bû. Kurê min têkoşîna edalet û aşitiyê dida. Êdî bes e."

Encu got, ji dêvla kiryarên Roboskiyê kurê wê Ferhat hatiye girtin û wiha axivî: "Kurê min li gor wijdanê xwe tevdigeriya. Em pir li ber vê rewşê dikevin. Kiryar zevt nekirin, wekîlên me zevt kirin. Ev dewletek zalim e. Ji bilî kuştin û girtinê tu tiştekî nizane."

Encu got, wê xwestiye bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan re biaxive û wiha axivî: "Erdogan ji bilî, yek ala, yek netewe, yek welatî pêvtir bi tiştekî nizane. Heke zanibûya, min ê biçûya bi wî re biaxiviya û min ê derdê xwe vegotana. Ev mesele, ancax bi danîna maseyê re dikare bê çareserkirin, lê ew naxweze qanûnê çêbike."