Piştî xanî xera bû gom kirin stargeh

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya zivistan bi dijwarî derbas dibe, malbata Akin wek gelek malbatan Geverê piştî xaniyê wan xera bû li goma pezê xwe bi cih bûn û gom ji bo xwe kirin stargeh. Malbat hemû pêdiviyên jiyanê li vir pêk tînin.

Li navçe û navenda Colemêrgê şert û mercên zivistana dijwar her diçe bandora xwe zêdetir dike û ji ber vê yekê welatî jî zêdetir rastî zor û zehmetiyan tên. Li navçeya Geverê ku sartirîn cihê bajêr e, bi taybetî malbatên malên wan di operasyonên hêzên dewletê yên di dema qedexeya derketina derve de hatin hilweşandin bêçare man. Li Taxa Gungorê ya navçeyê malbata Akin a di dema qedexeyê de ji neçarî sê caran koçî gundên cuda kirin jî, yek ji van malbata ye.

MITBEX, LAWABO Û CIHÊ SERŞÛŞTINÊ HEMAN CIH E

Malbata Akin yek ji malbatên e ku, goma heywanên xwe wek cihê mayînê ji nû ve avakirin û tê de dijîn. Malbata ji 15 kulfetan pêk tê, di 2 odeyên berî qedexeyê wek gom dihatin bikaranîn de jiyana xwe didomînin û ji ber dilopa jî gelek cihên avahiyê bi naylonan pêçandine. Malbata ku lawabo, cihê serşûştin û mitbexa wan heman cih e, ji bo pihêtina nan jî tenûra ciranên xwe bi kar tînin û gelek amûrên xwe jî, bi piştgiriya der û cîranan bi cih tînin.

‘JI BER QELEBALIXIYÊ BÛKA MIN LI MALA BAVÊ XWE DIMÎNE’

Nişteciha malê Kamîle Akin a deriyê ji ber sermayê cemed girtibû û cihê wek mitbex û serşûştinê tê bikaranîn bi destên xwe nîşan da got, wan ji ber bêderfetiyê nikaribûye derbasî maleke bi kirê bibin. Dayika 3 zarokan Akin dest nîşan kir ku, wan hemû amûrên malê û betaniyên xwe ji cîranên xwe wergirtine û wiha behsa zehmetiyên dikişînin kir: “Ji ber ku em gelek kes in û cih teng e bûka min gelek caran diçe li mala bavê xwe dimîne. Ji ber şertên zivistanê, em rastî gelek tengasiyan tên. Darên xwe jî me ji gundekî derdorê anî vê derê.”

‘GELÊ WELATPARÊZ BILA PIŞTGİRIYA ME BIKE'

Hevjînê wê Şukru Akin jî got, wan havînê dest bi çêkirina avahiyên xwe kirine û ji ber bêderfetiyê nikaribûne biqedînin. Akin ê di heman demê de ji destekî xwe berastengdar e diyar kir ku, di dema qedexeyê de wan her tiştên xwe winda kiriye û ev bangawazî kir: “Bi taybetî di malê de amûrên spî tune ne û em xwarina peyda dikin jî neçarî dirijînin. Alîkariya me bi gelek tiştan heye, lê niha zêdetir bi amûrên spî û xwarinê heye. Divê gelê welatparêz me tenê nehêle û piştgiriya me bike.”