Muhammedê rojavayî li benda alîkariyê ye

ÊLIH - Malbata Abdulmecîd a 4 sal berê ji ber şer ji neçarî ji Qamişloya Rojavayê koç kir, zarokê wan î bi navê Muhammed (8), ji ber nexweşîneke xwe yî ji dema welidînê wek mirovên extiyar dixuyê. Muhammedê ku ji ber nexweşîna xwe tim biçûk tê xistin û tedawiya wî nayê kirin, ji bo tedawiyê li benda alîkariyê ye.

Malbata Abdulmecîd a 4 sal berê ji ber şer, ji Qamişloya Rojavayê derbasî Herêma Kurdistana Federal bû, ji bo tedawiya zarokê xwe Muhammed (8) çareseyekê bibînin, 7 meh berê berê xwe dan Êlihê. Dayika Şîrîn Abdulmecîd got, ew li Taxa Îluhê ya Êlihê bi cih bûne û ji ber rewşa wan î aborî, heta niha wan nikaribûye Muhammed li nexweşxaneyake tam teşekkulî tedawî bikin û wiha axivî: "Bi hêviya em ê Muhammed tedawî bikin, em ji Kurdistanê hatin Êlihê. Nexweşîna Muhammed yek ji wan nexweşînên kêmdîtî ye. Ji bo nexweşîna Muhammed 'Yên li gor temenê xwe mezin dixuyên' tê gotin. Tenê daxwaza me ew e ku, Muhammed bê tedawîkirin."

‘BI HÊVIYA EM Ê MUHAMMED TEDAWÎ BIKIN, EM HATIN'

Şîrîn Abdulmecîd got, bi hêviya ew ê zarokê xwe tedawî bikin hatine Êlihê û wiha vegot: "Lê belê, heta niha tu kesî alîkariya me nekiriye. Ji ber rewşa me yî aborî nebaş e, em nikarin biçin nexweşxaneyeke baş. Hevjînê min 10 rojan carekê dixebite û bi pereyê qezenc dike, ancax dikare debara me bike. Xaniyê em tê de ne jî bi kirê ye û em nikarin heqê kirêya xwe jî bidin."

‘ZAROKÊ MIN BÊYÎ QOCIK DIGERIN'

Abdulmecîd diyar kir ku, tevî Muhammed 3 zarokên wê hene û wiha got: "Di vê zivistanê de, zarokê min bê qocik digerin. Pereyê me tune ye ku em ji wan re qocikan bikirin. Me hefteyek berê nasnameyên xwe yî nû wergirtin. Ji ber vê, berê her em diçûn nexweşxaneyê, ji bo tedawiya Muhammed û dermanên wî pere ji me digirtin."

‘HEKE LI NEXWEŞXANEYEKE BAŞ BÊ TEDAWÎKIRIN, DIBE KU BAŞ BIBE'

Abdulmecîd got, ji ber nexweşîna li sênga Muhammed, tim ji poz û devê wî xwîn tê û wiha axivî: "Qaweta me yî em wî tedawî bikin tune ye. Nexweşîna Muhammed, nexweşîneke ku ji dema welidînê tê û li gor hin bişîjkan tedawiya wê heye, li gor hinan jî tune ye. Lê heke li nexweşxaneyeke baş bê tedawîkirin, îhtimala baş bibe heye. Tenê daxwaza me ew e ku, Muhammed bê tedawîkirin."

‘DEMA DIÇE DIKANÊ, BÊYÎ TIŞTEKÎ BIKIRE BI GIRÎ VEDIGERE'

Abdulmecîd a ku got, “Carinan Muhammed dişînim dikanê, bêyî tiştekî bikire bi girî tê malê" wiha axivî: "Li derve zarok henekê xwe bi vê rewşa wî dikin. Ji ber vê ji malê dernakeve. Dixwaze dubare vegere Rojavayê. Ji ber li wir hevalên wî û dibistana wî heye tim dibêje 'Min bibin Rojavayê.'"

‘DEMA XWE YÎ KU BI HEVTEMENÊN XWE RE DERBAS NAKE, BI ZERDELOKA XWE RE DERBAS DIKE'

Ji ber henekê xwe pê dikin, Muhammed pir dernakeve derve û dema xwe bi zerdeloka xwe re derbas dike. Carinan çivîka xwe ji qefesê derdixe, li hundurê odê difirîne, carinan jî çivîka xwe zevt dike û bi zorê wê datîne ser milê xwe. Muhammed wextê xwe yî li der ve nikare bi hevtemenên xwe re derbas bike, bi vî awayî bi çivîka xwe re derbas dike.

‘DIXWEZIM BAŞ BIBIM Û BI ZAROKA RE BILÎZIM'

Muhammed dixwaze demildest baş bibe û wiha dibêje: "Dixwazim ser çavê min û qirêka min bê tedawîkirin. Çimkî dema ez bi vî awayî derdikevim derve, zarok henekê xwe bi min dikin û bi min dikenin. Dixwazim biçim dibistanê. Dixwazim hevalên min î ku karibim bi wan re bilîzim û henekê xwe bi min nekin hebin. Dixwazim kompîturek min hebe."