Dayika Fatma Uyar Hatice Uyar hat girtin

ŞIRNEX - Dayika aktîvîsta Komeleya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar a di 2015'an de li Sîlopî hat kuştin, Hatici Uyar bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" hat girtin. Xebatkarê Şaredariya Bajarokê Dêrgulê Mehmet Durak jî bi îdîaya di facebook'ê de "heqaret li serokwezîr kiriye" hat girtin.

Dayika aktîvîsta Komeleya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar a 2015'an de li navçeya Silopyayê bi endama Meclîsa Partiya DBP'ê Sêvê Demîr û Hevseroka Meclîsa Gel ya Silopyayê Pakîze Nayir re hatibû qetilkirin Hatîce Uyar di 22'ê Kanûnê de di serdegirtina malê de hatibû bincavkirin. Ûyar piştî 2 rojan derket pêşberî dozger. Dozger bi daxwaza girtinê Uyar sewqî Dadgeha Ceza Silhê kir. Dadgehê jîe bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" biryara girtinê da. Uyar şandin Girtigeha Tîpa T ya Şirnexê.

Alîgirê Hevşaredarê Dêrgûlê Cemal Sakîn, xebatkarên şaredariyên Saît Çoker û Mehmet Dûrak û rêveberê DBP ya berê Arafat Guler jî di serdegirtina malan de hatibûn bincavkirin. Sakîn, Çoker û Guler serbest hatin berdan. Durak jî ji ber ku di sala 2011'an di facebook'a parvekirinek ku Serokwezîrê wê salê Recep Tayyîp Erdogan rixne dike ecibandiye bi îdeya "heqaret li serokwezîr kiriye" hat girtin.

Durak jî şandin girtigeha Şirnexê.