Pirsa Girtîgeha Sîlîvriyê kir, ew şandin Sîlîvriyê

ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan têkildarî Girtîgeha Sîlîvriyê beriya bê girtin pirsname da meclîsê. Lê piştî Aydogan hat girtin û ew şandin Sîlîvriyê bersîva wê hat dayîn.

Parlementera HDP'yê ya Amedê Nûrsel Aydogan, têkildarî rewşa girtiyê nexweş Yilmaz Kahraman ê li Girtîgeha Tîpa E ya Sîlîvriyê tê ragirtin pêşniyaznameyeke pirsî dabû, lê bersiva pêşniyaznameya Aydogan a niha li heman girtîgehê tê ragirtin, piştî mehan hat dayîn.

Aydoganê di pêşniyaznamyea xwe yî di nîsana 2016'an de berpêşî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî kiribû de, balê kişandibû ser rewşa Kahramanê nexweş û tehliyekirina hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan tên ragirtin. Her wiha Aydogan di pêşniyaznameya xwe de, hejmara girtiyên enxwe û rewşa wan jî ji Wezîr Bozdag pirsî bû.

7 MEH BERÊ PIRSÎ BÛ

Aydogan a di 4'ê mijdara 2016'an hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyeyê, pirên ku 7 meh berê pirsî bû, piştî ew li sîlîvriyê hat argirtin pirsên wê hatin berisvandin. Di nav hefteyê de bersiva pêşniyaznameya Aydoganê hat dayîn.

BÊTEHAMULIYA 'GIRTÎ' YA WEZARETÊ

Di pêşniyaznameyê de wisa dixuyê peyva "girtî" wezaretê "nerihet kiriye" ku, di bersiva hat dayîn de hat diyarkirin ku, li girtîgehan "girtî" tune ne, li girtîgehan "ragirtî" û "hikumxwar" hene.

Wezaret, li girtîgehan têkildarî pirsa hejmara girtiyên nexweş agahî dan û diyar kir ku, "ji paşvehiştina înfazê" 588 serlêdan hatine kirin. Wezaretê got, ji vana daxwaza 407'an jê ji aliyê Saziya Tibê ya Edlî ve hatine redkirin, tenê daxwaza 181'î hatiye qebûlkirin.

LI GIRTÎGEHAN 905 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan a bi sala ye têkildarî rewşa girtiyên nexweş xebatan dimeşîne, di navbera hejmarên ku wezaretmê diyar kirin cudahî heye. Li gor daneyên ÎHD'ê li girtîgehan 323 jê giran, 905 girtiyên nexweş hene.