Şahîdê şerê Şirnexê: Min 8 mehan li dijî zilmê di ber xwe da

ŞIRNEX - Şahidê şerê li Şirnexê T.D. ku 8 mehan tevî zarokên xwe ji Şirnexê derneket diyar kir ku li gel hemû zext û zordariya polîs û leşkeran wî û zarokên xwe mala xwe ya Şirnexê terk nekir û di ber xwe da. T.D. anî ziman ku cerdevanan diziya gel kir û ciwanên di şer de jiyana xwe ji dest dan li nexweşxaneyê îşkence li bedena wan hat kirin.

Welatiyê Şirnexî T.D. ku ji ber ewlehiyê navê xwe aşkere nekir, tevî 4 zarok û hevjina xwe 8 mehan li taxa Yenî di ber xwe da. T.D. diyar kir ku hêzên dewletê di meha gulanê de ew bi zorê ji malê derxist û ji neçarî çûn bajaroka Dêrgûlê. Li Dêrgûlê piştî 10 rojan di kon de ma dîsa vegeriya mala xwe. T.D. da zanîn ku polîs û leşkeran ji bo ew terka Şirnexê bike gelek zext li wan kirin.

'DERÛNIYA ZAROKÊN MIN BI DENGÊ TOPAN XERA BÛ'

T.D. bilêv kir ku zarokên wî nikarîbûn ji ber dengê top û guleyan raketana û wiha got: "Derûniya zarokên min xera bû. Tank derxistin ser girên bilind û Şirnex dan ber topan. Ji bilî xaniyên cerdewanan hemû xanî hilweşandin. Di salên 90'iyan de ji ber zilma dewletê me jî wek bi hezaran kesan ji gundê xwe koç kir. Em hatin Dêrgulê. Niha jî dixwazin me ji Şirnexê koçber bikin. Me bikujin jî em ji welatê xwe naçin. Dema polîsan em ji xanî derxistin bi narîncokê derişê me perçe kirin.

'CERDEWANAN DIZIYA GEL KIR'

T.D. anî ziman ku dema qedexeyê de bi rojan bê av û bê xwarin man û wiha axivî: "Em tenê 2 malbat li taxê man. Dewletê tu alîkarî ji mere neşandin. Tenê alîkariya malbatên cerdevan dikirin. Ceryan jî tunebû. Divê gelê me bajarên xwe neterikandina. Dema tu kes derneketibuya bajarên me jî nediket ev halî. Cerdewanan hemû mal talankirin. Hemû malên welatiyan dizîn û wêran kirin."

'ÎŞKENCE BI CENAZEYAN KIRIBÛN'

T.D. destnîşan kir ku ciwanên di şer de jiyana xwe ji dest dan li nexweşxaneyan îşkence bi bedena wan hat kirin wiha bi dawî kir: "Hevalekî min ê bijîşk hebû. Got îşkence li cenazeyan kirin. Gelek ciwan bi guleyên tang û topan jiyana xwe ji dest dabûn. Bedena wan hatibû perçekirin. Hin cenaze çavên wan ji kserê wan hatibûn derxistin. Ev li dervê dîn û îmanê ye."