Dozger şewata leşkeran ji TSK'ê û MÎT'ê pirsî

ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê agahiya ku ‘DAIŞê 2 leşker şewitandine' ji MITê û TSK'ê pirsî.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî dîmenên derbarê 2 leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên ji aliyê DAIŞê ve hatin şewitandin, lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê ji Serfermandariya Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK), MÎT û Îstixbarata Midûriyeta Polîsan zanyarî xwest ku mijarê piştrast bike. Bi hinceta ku sûcdar welatiyên Tirkiyê bin, fermana tespîta nasnameya wan kir. Bavê leşkerê dîl hatiye girtin Sefter Taş ku hat gotin DAIŞ'ê ew şewitandiye gotibû "Felaketek hate serê me" li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê yê Enqereyê derbarê dîmenên kuştina leşkeran de lêpirsîn da destpêkirin.


Duh di dîmenên ku DAIŞ'ê di malperê xwe de belav kiribû 2 leşkerên TSK'ê yên di destê DAIŞ'ê ku di qefesên hesinî de hatibûn girtin û bi zincîran hatibûn girêdan, li pêş kamerayan bi benzînê bi saxî hatibûn şewitandin. Dîmen di medyaya civakî de hatibû belavkirin.