21 endam û rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP û DBP'ê de Hevserokê DBP'a Qersê Onder Fidanboy û Hevserokên HDP'ê yê Mamakê Serpîl Koksal û Kazim Coşkun jî di navde 21 siyasetmedarên kurd hatin girtin.

Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî endam û rêveberên HDP û DBP'ê berdewam dikin. Di operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP û Partiya Herêmen demokratîk (DBP) de 21 siyasetmedar hatin girtin. Di operasyona li navçeya Qaxizmana Qersê de ji 19 endam û rêveberên DBP û HDP’ê de 4 kes derxistin pêşberî dadgehê. Ji 4 kesên derxistin pêşberî dadgehê 2 kes serbest hatin berdan û Hevserokê DBP'a Qersê Onder Fidanboy û rêveberê DBP'ê Ramîz Atmaca bi îdîaya "Êndamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. Berê jî ji 9 kesên hatibûn binçavkirin jê 8 kes hatin girtin. Heta niha hêjmara siyasetmedarên kurd ên li Qersê hatin girtin gihişt 10'an.

HEVSEROKA HDP'A MAMAK'Ê HAT GIRTIN

Di operasyona li Enqereyê ya 12'ê Kanûnê de jî bi fermana dozgerê komarê Hevserokên HDP'ê ya Mamakê Serpil Koksal û Kazim Coşkun hatibûn binçavkirin. Koksal û Coşkun piştî sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin. Rêveberên HDP'ê Lale Ekmen û Zeliha Unlu jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Heta niha ji 17 kesên hatin binçavkirin jê 6 siyasetmedarên kurd hatin girtin.

HÊJMARA GIRTIYÊN LI MÊRSÎNÊ GIIHŞT 54'AN

Li Mêrsînê jî operasyonên li dijî siyasetmedaran li navçeyên Silifke û Tarsusê berdewam kir. Piştî 17 kesên din hatin girtin hêjmara kesên hatin girtin gihşt 54’an. Ji 100 kesên ku li Mêrsîn û navçeyên Mêrsînê hatibûn binçavkirin jê rêveberên HDP'ê yên Tarsus û Silifke jî di navde 20 kes sewqî dadgehê kiribûn û ji 20 kesan 3 kes li dozgeriyê hatin berdan û 17 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin wiha ne: Hevkserokê HDP'a Tarsûsê Nazım Aslan, Hevserokê HDP'a Silifkê Hidir Yurtsever û rêveber Ahmet Kızmaz, Faik Altın, Muzaffer Guzeler, Sultan Erol, Mehmet Tekin, Kasim Gumuş, Abdulselam Dayan, Nafiz Bayram, Ramazan Paçal, Aziz Nergiz, Murat Bozkurt, Muhammet Yavuz, Siraç Karadag, Mehmet Aydin û Ebamuslum Temur hatin girtin.

Li navçeya Tarsûsê jî kesên nexweş Sultan Erol, Muzaffer Guzeler, Mehmet Tekin û Mehmet Aydin ku temenê wan di navbera 58 û 65 'an de tên guhertin hatin girtin.
Muzaffer Guzeler ji ber nexweşiya bêhnê û dil ameliyat bûbû. Hevserokê HDP'ê yê Tarsûsê yê berê Faik Altun jî 3 meh berê ji nexweşiya dil emeliyat bûbû.