STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 613'an de aqûbeta windayan pirsîn. Birayê winda Îsmail Bahçecî Umut Bahçecî diyar kir ku windabûna Mujgan Ekîn nîşan dide ku ji salên 90'an heta niha tiştek nehatiye guhertin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 613'an de li qada Galatasarayê kom bûn û dîsa aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de jî pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne" a wêneyê xizmên wan ên winda li ser heye vekirin û qurnefil danîn ser pankartê. Dayikan vê hefteyê sembola aştiyê çarikên xwe yên sipî danîn ser pankartê û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Li gel dayikên aştiyê Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê (BİKG), dayika Belgîn Elvan Gulsum Elvan û gelek kesîn din jî amade bûn. Dayikan di vê hefteyê de çîroka Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê kanûna 1994’an de hat binçavkirin û 8 roj şûnde hat windakirin pirsîn.
HETA ROJÊN RONÎ EMÊ TÊBIKOŞIN
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak, diyar kir ku yên pêşiya Tirkiye ronî dikirin hatin qetilkirin û windakirin û wiha got: "Em dê vê têkoşina xwe hata pêşerojek ronî berdewam bikin. Divê Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûqalê hev.
SALA 2016'AN BÛ SALA ŞER
Parlamenterê CHP'ê Tanrikulu jî diyar kir ku sala 2016'an bû sala şer û wiha got: "Bi sedan mirovên me hatin kuştin. Girtîgeh tije bûn. Sala 2016'an wekî sala şer cihê xwe di dîrokê de girt. Em hevî dikin ku di sala 2017'an de ji sala 2016’an re bibe ders.
PÊKANÎNÊN 90'Î Û ÎRO YEK E
Birayê Îsmail Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994'an de hat windakirin Umut Bahçecî jî axivî û bal kişand ser windakirinên salên 1990'an û niha. Bahçecî, anî ziman ku di salên 90'î de çawa mirov dihatin windakirin niha jî mirov tên windakirin û nîşaneya vê yekê windakirina Mujgan Ekin e. Bahçecî, da zanîn ku windakirina Mujgan Ekîncî nîşan dide ku hêj tu tuşt nehatiye guhertin.
Piştre xwişka Hasan Ocak 'ıMaside Ocak daxuyani xwend û bal kişand ser çîroka windakirina Îsmaîl Bahçecî. Ocak, anî ziman ku yên Bahçecî windakirin xwestin ronîye tarî bikin û wiha got: "Bahcecî li Zanîngeha Marmarayê beşa Çapemeniyê dixwend. Bahçecî Serokê Yekîtiya Xwendekarên Tirkiye bû. Ji ber vê yekê polîsan ew kir hedefa xwe. Bi dehan caran hat binçavkirin û berdan. Dema di sala 1991'an de hat windakirin 8 rojan di bin çavan de ma. Lê dewletê red kir ku Bahçecî hatiye binçavkirin. Bahçecî di 24'ê Kanûna 1994'an de hat binçavkirin û piştre êdî agahî jê nehat girtin. Malbatê li her derê pirsa wî kirin. lê tu bersîv negirtin. Wê demê Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar û Seroswezîr Tansu Çiller bû. Serokomar jî Suleyman Demirel bû. 22 salin em pirsa wî dikin. lê heta niha tu agahî neyatiye dayîn. Heta ku aqûbeta Bahçecî bê ronîkirin ji bo me dosyaya wî nayê girtin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin."